′Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê ji bo Sûriyeya demokratîk têbikoşin′

Jinên beşdarî Kongreya 2′yemîn a Kombûna Jinan a Zenûbiyayê diyar kirin ku Kombûna Zenûbiyayê berhema têkoşîna neviyên Zenûbiyayê ye û gotin: “Em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji bo Sûriyeya demokratîk têbikoşin.”

6 tîrmeh, 2023   14:00
REQA

Kongreya 2′yemîn a Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya bi beşdariya endamên nivîsgehên kombûnê, nûnerên rêxistinên jinan, jinên di nava partiyên siyasî û hêzên leşkerî de dewam dike. Di kongreyê de endama Koordînasyona Kongra Star Hêvîn Silêman axivî û di kesayeta şehîd Rojbîn Ereb, Arîn, Hevrîn û Seede de hemû şehîdên jin bi bîr anîn.

Hêvîn lidarxistina kongreyê pîroz kir û hêvî kir ku kongre bibe wesîleya pêkanîna pêşketinên nû di xeta jina azad de.

Hêvîn anî ziman ku damezrandina Kombûna Jinan a Zenûbiyayê berhema têkoşîna neviyên Zenûbiyayê ye û got: “Kombûna Jinan a Zenûbiyayê barê guhertina rewşa ku hêzên destilatdar û dijberên azadiyê ferz kiriye, da ser milên xwe. Ev di şoreşa jin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gavek e.”

Hêvîn bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê kir ku hevgirtî bin û ji bo tunekirina zihniyeta baviksalariyê û jiholê rakirina tevahî şêweyên tundiyê û kiryarên dermirovî yên li dijî jinan hewldanên xwe zêdetir bikin. Hêvîn got: "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke pirreng, demokratîk û nenavendî têbikoşin."

Hevseroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer jî axivî û got: "Em bi hêvî ne ku di vê kongreyê de biryarên dikevin xizmeta dozên jinan bên girtin.”

Edalet diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan rastiya rejîmên ku jiyan ji cewherê wê vala kiriye û planên wan aşkera kirin û wiha dom kir: “Rêber Abdullah Ocalan projeya avakirina cîhaneke bê şer û wêranî, cîhaneke nû, civakeke polîtîk-exlaqî pêşniyar kir.”

Edalet destnîşan kir ku ew ê li hember dijmin û desthilatên serdemê bisekinin û hêviyên şehîdên xwe pêk anîn.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî li ser mijarê wiha got: "Li dijî jinên di nava saziyan de, li djiî keçên ku diçin dibistanan, li dijî jinên diçin kar êriş hene. Em ji bo sekinandina li hember pergala baviksalarî dixebitin."

Îlham têkildarî krîza Sûriyeyê jî got: “Ev 13 sal e krîza Sûriyeyê dewam dike. Gelek aliyên navneteweyî, NY û dewletên Ereban hewl da krîza Sûriyeyê çareser bikin. Lê her aliyek hewl dide rêveçûna şoreşa Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe biguherîne. Ev hewldan nakevin ximzeta berjewendiya Sûriyeyê. Normalîzekirina dewletên Ereban-Sûriye jî divê berjewendiya gelê Sûriyeyê esas bigire.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, jinên ji welatên Rojhilata Navîn bi rêya peyaman lidarxistina kongreyê pîroz kir.

Piştre endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Semîre Hebeş nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rêxistinbûna jinan de xwendin. Piştre Berdevka kombûnê ya Reqayê Nesrîn El Hesen rapora du salan xwend.

(fr/c)

ANHA