​​​​​​​Însîyatîfa Hevgirtinê ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag  û Er bang kir

Însîyatîfa Hevgirtinê ya Li Dijî Darvekirinê têkildar rewşa Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê 44 rojin di greva birçîbûnê de ne daxuyanî da û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.

​​​​​​​Însîyatîfa Hevgirtinê ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag  û Er bang kir
30 hezîran, 2023   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Însîyatîfa Hevgirtinê ya Li Dijî Darvekirinê ku li Swîsreyê hat avakirin, têkildarî Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û ji 18’ê Gulanê ve li Girtîgeha Hewlêrê ya Herêma Federal a Kurdistanê di greva birçîbûbê de ne, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne, li hemberî li xwekirina cilên bi yek tîp, kiryarên xirap û pêkanîna hucreya yek kesî, 44 rojin di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xiraptir dibe. Xizmên Dag û Er diyar kirin ku  vîtamîna B1 ya ku divê ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bê dayîn, nayê dayîn û anîn ziman ku gelek kîlo dane û dema dirabin serxwe zehmetî dikêşin. Herwiha ragihandin ku ew nikarin xwe bigihînin rayedarên girtîgehê û hewldanên parêzeran jî bê encam dimînin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku parastina ewlekariya girtiyan mafê herî bingehîn yê mirovane û wiha hate gotin: “Em weke Komîteya Li Dijî Darvekirinê ji rayedarên girtîgehê dixwazin ku dawî li pêkanînên xirab û binpêkirinên mafan yên li ser Er û Dag bînin. Em bang li raya giştî dikin ku li ser mijarê bi hestiyar tevbigerin.''