​​​​​​​Şêweykî din ê berxwedanê

Hesen Şêx Dawûd ji mezreya xwe ya li têketina rojhilatê Dirbêsiyê xwetêrkirinê pêk tîne û bang li xelkê kir ku li hember dorpêçê pişta xwe bidin xwe.

​​​​​​​Şêweykî din ê berxwedanê
​​​​​​​Şêweykî din ê berxwedanê
​​​​​​​Şêweykî din ê berxwedanê
​​​​​​​Şêweykî din ê berxwedanê
​​​​​​​Şêweykî din ê berxwedanê
​​​​​​​Şêweykî din ê berxwedanê
​​​​​​​Şêweykî din ê berxwedanê
30 hezîran, 2023   05:36
HESEKÊ-CAN ILÊWÎ

Li gel dorpêşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêdivî bi lêkolînkirina rê û rêbazên nû hene.

Li herêmeke çandiniyê weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, projeyên çandiniyê û hwd xwedî girîngiyek e, bandoreke erênî û aktîf li aboriya herêmê dike.

Her wiha Rêveberiya Xweser jî girîngiyekê mezin dide projeyên pişta xwe didin aboriya komînal.

Di vê çaçoveyê de, xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya avakirina projeyên taybet ku pişta xwe nedin berhemên ji derve tên û bazirgan keysbaz dikin, pişta xwe didin xwe.

Ji ber vê yekê û ji ber zanîna mezinahiya berpirsiyariya xwe li hember gelê xwe û herêmê, apê Hesen Şêx Dawûd (57) ê ji xelkê Dirbêsiyê ya Hesekê li nava parçeyeke erdê xwe yê bi rûbera 10 doniman sebze û fêkiyên curbecur diçîne. Da ku li gel dorpêça li ser herêmê xwetêrkirinê pêk bîne û beşek ji pêdiviyên herêmê ji sebzeyan dabîn bike.

Dawûd diyar kir ku mîna van projeya xweşikbûn û bedewabûna herêmê zêde dike nexasim projeya wî li têketina rojhilatê Dirbêsiyê ya Hesekê ye.

KEDA BI SALAN

Apê hesen ji 2014′an dest bi çandina rûbera xwe ya biçûk kir, piştre proje fireh kir û niha tê de hezar dar û gelek cureyên sebze çandine.

Apê Hesen got hezkirina wî ji xweza û xebatên çandiniyê re hişt ku vê tecrûbeyê pêk bîne. Apê Hesen dem û keda xwe ji bo serkeftina projeya xwe da.

Apî Hesen ji mala xwe sebze û fêkiyan dabîn dike, her wiha pêdiviyên xizm û dostên xwe jî peyda dike, li kêlek wê jî berhema zêde difiroşe.

PIŞTDAYÎNA RÊBAZÊN PÊŞKETÎ

Apê Hesekê di avdana berhemên xwe de pişta xwe dide rêbaza avdana dilopan, da ku aveke zêde nerijîne û çandiniya xwe bi rêbazeke rast av bide. Bi wê yekê ev rêbaz mîqdarên gunaw ji avê dabîn dike.

PEYAMA HESEN

Apê Hesen Şêx Dawûd bang li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke rêbazeke berxwedanê li hember dorpêça li dijî herêmê û êrişên berdewam pişta xwe bidin xwe û çandiniyê biçînin. Ji ber ku ev yek fikra xwetêrkirinê li herêmê pêk tîne.

(fr)

ANHA