Rewşa xelkê bakur û rojavayê Sûriyeyê di Cejna Qurbanê de bû rojeva rojanemyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro cih dan rewşa xelkê li herêmên bakur û rojavayê Sûriyeyê di Cejna Qurbanê de, binpêkirina serokwezîrê Iraqê ya pabendiyên ku dabûn Hevbendiya Serdestiyê ya Sunnî û aloziyên li Lubnanê.

Rewşa xelkê bakur û rojavayê Sûriyeyê di Cejna Qurbanê de bû rojeva rojanemyên erebî
30 hezîran, 2023   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî kar û barên Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi serenav “Goşt qurbanê ya îsal, ji bo feqîr û koçberên li bakur û rojavayê Sûriyeyê xewnek e” parve kir û wiha nivisî: “Berovajî salên borî, ji ber bihabûna seriyên pez, koçber nekarîn qurban bikin. Hin komele û rêxistinên mirovî jî, qurbankirin rawestandin. Her wiha gelek welatî jî nekarîn qurban bikin û goştê wê belav bikin.”

Rojnameyê di nûçeyê de cih da axaftina koçberekê ji gundewarê Helebê ya bi navê Meryem (58). Meryem 5 zarokên kurê xwe xwedî dike ku di topbaranekê de li Sûriyeyê hatiye kuştin. Li kampa Dana ya bakurê Idlibî dimîne. Li ber deriyê konê xwe rûniştiye û li benda agahiyekê li ser belavkirina goştê qurbanan e mîna ku her sal çêdibe. Lê vê carê bendewariya wê bê encam bû.

SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ SOZÊN KU DANE HEVBENDIYA SERDESTIYÊ YA SÛNNÎ BINPÊ KIRIN

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Iraqê nûçeyeke wiha belav kir: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanê, sozên ku dane Hevbendiya Serdestiyê ya Sûnnî, ji ber fişarên rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê, binpê kirin. Jê biryara efûyê ya giştî.

Rojnameyê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku li gorî sozên El Sûdanê dane hêzên sûnnî, diviyabû qanûn, piştî erêkirina budceya federaliyê, hatiba erêkirin. Lê agahî hene ku qanûn di bingehê de hatibe betalkirin. Ev yek Hevbendiya Serdestiyê ya bi serokatiya serokê parlamentoyê Mihemed El Helbûsî, rûbirûyî helwesteke şerm dihêle. Nexasim dema hilbijartinên meclisên parêgehan nêz bûye.

ALOZIYÊN LUBNANÊ LI BENDA SERDANEKE FRANSÎ YA BÊ

Girêdayî aloziyên Lubnanê rojnameya El Beyan nûçeyek weşand û wiha nivisî: “Di betlaneya Cejna Qurbanê de welatiyên lubnanî hinek ji siyasetê dûr ketin ku dê roja duşema bê dest pê bike nemaze ku welat dikeve meha nehê ya valahiya serokatiyê. Êdî ev valahî bi serdana şandeyê taybet ê serokê Fransayê Jean-Yves ye ve girêdayî ye. Çaverê ye ku Jean-Yves ye meha bê vegere Lubnanê da ku erka xwe temam bike mîna ku soz daye, piştî ku rapora xwe pêşkêşî serok Emmanuel Macron kir û hin peywediyên têkildarî kar û barên Lubnanê re çêkirin.”

(şx)