Wall Street Journal: Washington dê moşekên dûravêj bide Kîêvê

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê da zanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê moşekên dûravêj bide Ukraynayê da ku di şerê xwe yê bi Rûsyayê re bi kar bîne.

Wall Street Journal: Washington dê moşekên dûravêj bide Kîêvê
29 hezîran, 2023   19:34
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre berpirsên Amerîkî û Ewropayî da zanîn ku Washington ji bo dayîna moşekên dûravêj ji Kîêvê re li ber erêkirinê ye.

Ruxmî rojnameyê dema radestkirinê diyar nekir, lê Ukraynayê di dirêjahiya şer de alîkariyên mezin ji çek û cebilxaneyan ji DYA, YE û NATO′yê wergirtin.

(fr)