​​​​​​​Eşîrên Ereban: Rêber Ocalan sembola mirovahiyê ye

Rûspiyên eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ew bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan serbilind in û daxwaza azadî wî ya fîzîkî kir.

​​​​​​​Eşîrên Ereban: Rêber Ocalan sembola mirovahiyê ye
29 hezîran, 2023   23:27
HESEKÊ

Rûspiyên eşîrên navçeyên Şedadê û Holê yên girêdayî kantona Hesekê ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û “cezayên dîspilînê” yên ku herî dawî di 26`ê Nîsanê de hatibûn birîn, da.

/kr/uploads/files/2023/06/29/181418_-.webp

Rûspiyê eşîra El Cibûr û serokê Meclisa Eşîran a Şedadê Silêman Derwêş diyar kir ku Rêber Abudullah Ocalan ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn bûye sembolek û got: “Rêber Ocalan bi felsefe û têkoşîna xwe li desthilatdariyê nagere, lê belê li rizgarkirina tevahî gelan digere. Lewma tevahî gel banga azadiya wî dikin.”

Derwêş destnîşan kir ku dewleta Tirk û dewletên din ên komploger, di şerê li dijî firkên Rêber Ocalan de bi bin ketin û wiha dom kir: “Civak Rêber Ocalan wekî sembola mirovahiyê dibînin. Pêwîst e dewleta Tirk vê yekê bizane.”

Derwêş anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk ên li djiî Rêber Ocalan derveyî mirovahiyê ne û got: “Lewma, li herêmên me Kurd, Ereb û Suryan bi navê Rêbertî bang dikin.”

/kr/uploads/files/2023/06/29/181404_-.webp

Rûspiyê eşîra El Xewatine ya li navçeya Holê Hemîd Receb jî diyar kir ku hebûn û fikrên Rêber Ocalan cihê serbilindiyê ne û got: “Kiryarên desthilata Tirkiyeyê li girtîgeha Îmraliyê yên li djiî ronakbîrekî ku bi fikrê xwe şoreşek ava kiriye, derexlaqî ne. Rêbertî ji bo tevahî gelan bûye pêşengek. Em serbilind in ku rêberekî me mîna Rêber Apo heye.”

Receb, bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî jî şermezar kir û got ku pêwîst e ew dawî li bêdengiya xwe bînin, li gorî pîvanên xwe tevbigerin û tecrîda li ser Rêber Ocalan rakin.

Ji 25`ê Adara 2021`an de tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.

(c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1NSMiYZWINI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>