​​​​​​​Konê koçberiyê şibandiye mala xwe ya dagirkirî

Senaa El Xidir ciwaneke koçber a ji Serêkaniyê ye, konê ku tê de bi cih bûye, xemilandiye û şibandiye mala xwe ya dagirkirî.

30 hezîran, 2023   01:30
HESEKÊ - SÎBELCAN SELMAN

Dema mirov li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê digere, konê ciwana bi navê Senaa El Xidir ku bi şînkahiyan hatiye xemilandin, bala mirov dikişîne.

/kr/uploads/files/2023/06/29/181043_-large.webp

Senaa ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê di Cotmeha 2019`an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, tevî malbata xwe ya ji 10 kesan di wî konê de dijî ku 4 metreyan fireh e û 5 metreyan jî dirêj e.

Mala Senaa ya li gundê Menacîr ê Serêkaniyê ji bîra wê dernakeve. Lewma xwest konê tê de dijî, wekî mala xwe ya dagirkirî bixemilîne.

DERFETÊN KÊM

Ruxmî derfetên madî yên kêm û rewşa jiyanî ya xirab li kampê, malbata Senaayê qebûl nekir ku di konekî biçûk de bimîne. Senaa tevî dayik û bavê xwe hêdî hêdî guhertin di konê xwe de çêkir û rengekî xweşik lê zêde kirin. Wan qumaşên rengîn li konê xwe xistin, refik bi textan çêkirin û kulîlk tê de bi cih kirin.

MÎNA GULISTANÊ YE

Senaa û malbata xwe li pêşiya konê xwe jî dar û kulîlk çandine, her wiha konê xwe ji derve de jî bi terîşkan pêçandiye.

VEGERA LI WARÊ XWE

Senaa destnîşan kir ku dema ew ji ber dagirkeriyê ji mala xwe koçber bûne, wan destpêkê nikaribû jiyana di konekî biçûk de qebûl bikin û dibêje: “Mala me ya dagirkirî mîna bihûştê bû. Lewma me xwest em guhertinan di konê xwe de çêkin û bişibînin mala xwe. Daxwaza min ew e ku dagirkerî bi dawî bibe, em vegerin malên xwe û wekî berê bi ewlehî û aramî bijîn.”

(c)

ANHA