​​​​​​​Li Minbic û Tebqayê kenên zarokan tabloyeke rengîn e

Di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de li taxên Minbic û Tebqayê hestên şadî û kêfxweşiyê belav in. Kenên zarokan li park û qada lîstikan tabloyeke şadî û kêfxweşiyê çêdike.

29 hezîran, 2023   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, (çarşemê 28′ê Hezîranê), roja yekê ya Cejna Qurbanî bû. Xelkê Minbic û Tebqayê sibeha cejnê bi dengên mizgeftan şiyar bûn, berê xwe da mizgeftan ku nimêja cejnê bikin. Dûre serdana goristanên şehîdan kirin û cejn pîroz kir.

Bi lixwekirina cilên rengîn kêfxweşiyeke zarokên Minbic û Tebqayê kêfxweş bûn û kenên wan li qadên lîstik, park û seyrangehan belav bû.

Li gel zarokan rojên cejnê bilixwekirina cilên nû ku tabloyeke tijî şadî û kêfxweşiyê çêdike, cuda ye. Cejn ji bo zarokan trêneke tijî kêfxweşî ye; tevî malbatên xwe li park, seyrangehan dilîzin, serdana xizm û dostên xwe dikin.

Piştî Cejna Remezanê, Cejna Qurbanê li gel muslimanan ji cejnên olî yên herî girîng in. Di cejnê de têkiliyên civakî û malbatê, yekitî û biratiya di nava muslimanan de xurt dibe. Rêûresma herî girîng a di Cejna Qurbanê de serêjkirina qurbanan li mal û kolanan e, her wiha gotş li xizan û dostan tê belavkirin.

(fr)

ANHA