​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-6-2023
29 hezîran, 2023   23:00

- Bê serok jiyan nabe..! Ger jiyanek hebe bila bi rêbertî re be, ji bilî wê jiyan ji hemû wateyên wê ‎hatiye têkbirin û wateya wê nîn e, bi taybet ji bo her kesên bi doza azadiyê bawer e û ji bo her ‎Kurdekî/ê ji bo edalet û wekheviyê tê dikoşe û ji bo jinekê Kurd di oxira azadiyê de tê dikoşe jî.‎ (BI WÊNE)

- Rûspiyên eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ew bi fikrên Rêber Abdullah ‎Ocalan serbilind in û daxwaza azadî wî ya fîzîkî kir.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şehîd Zîlan digot “Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin.” û ji bo gelê ‎Kurd pîvaneke nû ya jiyan û wateyê danî. ‎(BI WÊNE)

- Senaa El Xidir ciwaneke koçber a ji Serêkaniyê ye, konê ku tê de bi cih bûye, xemilandiye û ‎şibandiye mala xwe ya dagirkirî.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Xelkê Reqa û aborînasan diyar kir ku mewsima çinînê bandoreke erênî li aboriya giştî ya ‎herêmê dike û dewreyeke aborî ya hevgirtî di nava tevahî beşên civakê de pêk tîne.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Hesen Şêx Dawûd ji mezreya xwe ya li têketina rojhilatê Dirbêsiyê xwetêrkirinê pêk tîne û bang li ‎xelkê kir ku li hember dorpêçê pişta xwe bidin xwe.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

ANHA