Kongreya Îslama Demokratîk: Biçûkxistina baweriya mirovan cureykî terorê ye

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îhanetkirina Qurana Pîroz li Swêdayê ji hêla tundrawekî ve şermezar kir û got biçûkxistina baweriyên mirovan cureyekî terorê ye. Her wiha kongreyê bang kir her kesê baweriyên mezhebekî îhanet bike li gorî lîsteya ragihandina cîhanê ya mafên mirovan darizînin.

Kongreya Îslama Demokratîk: Biçûkxistina baweriya mirovan cureykî terorê ye
29 hezîran, 2023   19:20

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser paşxaneya heqaretkirina tundrawekî li Qurana Pîroz li pêş mezgeta mezin a li paytexta Swêdayê Stockholmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin peyama pêxmeber û aqilmendan li vê cîhanê rêz û qîmetdayîna kesên din derbas nake, ger ew li dijî wê bin jî.

Kongreyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tundrawekî ku Qurana Pîroz îhanet kiriye û bi tundî şermezar kir û ev bi kiryarekî şantajê nîşan da ku bi xwe re civaka Swêdayê parçe dike, dijminahiyê dixe nava civakê.

Kongreyê di dawiya daxuyaniyê de got ji dêvla pransîbên jiyana neteweyî û mirovî geş bikin, di cejna muslimanan de îhanetê lê dikin. Kesê ev sûca şantajê kiriye baweriyên mirovan biçûk dixin û ev yek cureykî ji cureyên terorê ye. Dibe ku ji terorê girantir be, ji ber ku baweriya mirovan parçeyek ji nansname û azadiya wan e, nabe destdirêjî lê were kirin mîna nabe destdirêjî li fîzîka mirovan were kirin. Divê kesê ev kiryar kiriye were darizandin.

(fr)