​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-6-2023
28 hezîran, 2023   23:00

- Parêzer û rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan projeyên demokratîk ‎li Rojhilata Navîn tesmîl dike û got dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê  hewl dide van projeyan ‎tune bike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Biryara bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, komar (Komara ‎Tirkiyeyê) ber bi tîranî, înkarkirina hebûna Kurdan ve û di têkiliyên Kurd-Tirkan de ber bi ‎pişaftina bi darê zorê ve bir, ji ber ku vê yekê têkiliyên Kurd-Tirkan bi yekcarî eciqandin, du ‎gelên ji bo rizgariya neteweyî bi hev re şer kir.”‎

- Xelkê Kobanê xwest ku malbatên şehîdan di darizandina çeteyên DAIŞ′ê de xwedî rol bin û ‎divê darizandin li Qada Jina Azad a li Kobanê be.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Xwesteka zaroka bi navê Evîn a lêgerîna li çanda xwe cihekî mezin ji demê wê dibe, berojavjî ‎zarokên di temenê wê yan jî ji wê mezintir de ku saetên dirêj li kolan an jî bi telefonan re mijûl ‎in.‎ ‎ ‏‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Dawûd Îbrahîm Rehal ê ji pêkhateya Ereb, ji zarokatiya xwe ve nabîne, lê ew bi israr fêrî 6 ‎zimanan bû û helbestan dinivîse. Ew dixwaze nêrîna civakê li hember astengdar biguherîne û ‎dijbêje “Her kes dikare di pêşxistina civakê de bi rolekê rabe.”‎ ‏‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Di demekê de ku modernîte xwe bi hêz ferz dike, ew amûerên kevn nû dike. Bi vî karî hem ‎mîrasê pêşiyên xwe diparêze, hem jî debara xwe dike.‎ ‏‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Çavdêran diyar kir ku tiştên Wagner kirine ne tesaduf in, dibe ku mezinahiya nakokiyên li ‎hundirê rejîma desthilata li Rûsyayê û hebûna şerekî di navbera saziyan de li ser serokatiya ‎Vladimîr Pûtîn nîşand dide. ‎

- Îranê di van demên dawîn de tevgerên xwe yên dîplomasiyê li herêmê bi taybet li ‎dewletên Kendavê zêde kirine. Ev ger piştî‏ ‏destpêkirina rêveçûna lihevkirin û nêzîkbûna ‎bi van dewletan re pêk hat. Wezîrê karên derve yê Îranê serdana Kendavê kir, gelo ev ‎serdaneke normal e? Naveroka wê çi ye?‎

ANHA