256 malbat ji herêmên dagirkirî hatin herêmên Xweseriyê

Meclisa Kantona Girê Spî eşkere kir ku 256 malbat ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

256 malbat ji herêmên dagirkirî hatin herêmên Xweseriyê
26 hezîran, 2023   09:07
EYN ÎSA

Bi sedan malbat ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ji ber rewşa jiyanî û ewlehiyê ya xirab direvin û berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Meclisa Kantona Girê Spî ku navenda wê li navçeya Eyn Îsayê agahî dan ajansa me ku di 3 mehên dawîn de 256 malbat ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine herêmên Rêveberiya Xweser.

Malbatên berê xwe dane hermê ji navenda bajarê Girê Spî, bajarokê Silûk, gundê Zeydî û hin deverên din ên girêdayî kantonê reviyane herêmê.

Dewleta Tirk a dagirker di Cotmeha 2019`an de herêmên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya demekê bi taybet piştî erdheja 6`ê Sibatê ku bandor li gelek bajarên Sûriyeyê kiribû, bi sedan malbat ji herêmên serweriya hikuemta Şamê jî hatin herêmên Rêveberiya Xwseser.

(c)

ANHA