​​​​​​​39 cenaze vegerandin Şengalê

39 cenazeyên Kurdên êzidî ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de hatibûn qetilkirin, radestî malbatên wan kirin.

​​​​​​​39 cenaze vegerandin Şengalê
26 hezîran, 2023   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Tiba Edlî ya Nînovayê ya Iraqê ragihand ku şandeyeke beşa vekirina gorên komî, ji goreke komî 39 cenazeyên welatiyên êzidî derxistin ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de hatibûn qetilkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku bi amadebûna aliyên peywendîdar ên Nînovayê û Şengalê, piştî testên DNA’yê û temamkirina zanyariyan, cenaze radestî malbatên wan hatin kirin.

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an a li ser Şengalê de komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn. Heta niha gelek gorên komî li Şengal û Nînovayê hatine dîtin.