​​​​​​​Jinan soza domandina berxwedanê nû kir

Jinên kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker jinên pêşeng ên ku roleke sereke di Şoreşa Rojava de lîstine hedef digire da ku şoreşa jinan têk bibe. Jinan soza domandina berxwedanê û şopandina rêya şehîdan û destekdayîna hêzên leşkerî nû kir.

​​​​​​​Jinan soza domandina berxwedanê nû kir
26 hezîran, 2023   01:20
HESEKÊ – SÎBELCAN SELMAN

Li hemebr êrişa dawî ya dewleta Tirk a dagirker a di 20'ê Hezîranê de ku di encamê de Hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevseroketiyê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn û hevserokê meclisê Şemûn Gabî birîndar bû, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan da.

/kr/uploads/files/2023/06/25/192821_-medium.webp

Der barê vê mijarê de, welatiya bi navê Semer Xelîl a ji navçeya Til Temirê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê piştî biserketina Erdogan di hilbijartinan de, li dijî hemû pêkhateyên herêmê zêde bûn.

Semer Xelîl got: "Em dê li hember dagirkeriya Tirk û her kesê ku êriş xaka me bike berxwedana xwe bidomînin û tu carî dev ji herêmên xwe bernadin."

/kr/uploads/files/2023/06/25/192939_-medium.webp

Welatiya ji Til Temirê ya bi navê Fetûş El Hesen jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeyê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku van êrişên dermirovî rawestînin.

Fetûş El Hesen teqezî bi domandina berxwedanê heta rizgarkirina hemû deverên dagirkirî da.

/kr/uploads/files/2023/06/25/192807_-medium.webp

Her wiha welatiya bi navê Ronaz Yûsif a ji heman navçeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbaz û derfetên xwe êriş dike û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xaka me dagir bike û îradeya gelên berxwedêr têk bibe."

Ronaz Yûsif wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker jinên pêşeng ên ku roleke sereke di avakirina civaka demokratîk û Şoreşa Rojava de lîstine hedef digire, lê dîsa jî em dê şopdarên rêya şehîdan bin û heta dawiyê em dê destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî."

(mh/şx)

ANHA