Şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn

Şêniyên kantona Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê li goristana şehîdan a Kobanê û ya gundê Berxbatanê bi pêxistina mûman li ser gorên wan bi bîr anîn.

Şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn
25 hezîran, 2023   19:45
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya “Şeva Xedrê” ya Kobanê û gundewarê wê berê xwe da Goristana Şehîdên Komkujiyê ya li ser rêya Cerablus û goristana şehîdên komkujiyê ya li gundê Berxbatanê.

Li goristanê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Adil Hec Kerho axivî û got: "Em îro wan kesên ku xwedî têkiliyeke ruhî bi xaka xwe re bûn û bûn qurbanên DAIŞ`ê ku ajandeya dewleta Tirk a dagirker in, bi bîr tînin."

Kerho wiha domand: "Ji bo ku ev komkujî dubare nebe divê her kesek ji me xwe li hember vê xakê berpirs bibîne û xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike."

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdên komkujiyê hatin pêxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 25'ê Hezîrana 2015'an de anku piştî 5 mehan ji têkbirina DAIŞ'ê li Kobanê, komkujiyek li Kobanê û gundê Berxbatanê pêk hat û di encamê de 243 sivîl û 30 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd bûn.

(mh/şx)

ANHA