'Xwecihên Efrînê neçarî firotina milkên xwe tên kirin'

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku simsarên (navbeynkar) biyanî yên li Efrînê xwecihên herêmê neçarî firotina milkên wan dikin. Şêxo da zanîn ku heta niha li Efrînê zêdetirî 25 mêtingeh hatine avakirin.

'Xwecihên Efrînê neçarî firotina milkên xwe tên kirin'
25 hezîran, 2023   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo têkildarî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Şêxo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser guhertina demografiya Efrînê bi destpêkirina dagirkeriyê re û got: "Bi dagirkirina kantona Efrînê re di 2018′an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya meşandina siyasetên cuda yên mîna tirsandina xelkê, qetilkirin, revandin, desteserkirina mal û milkan, ferzkirina ola Îslamê li ser şêniyên bi olên din bawer dikin û avakirina mêtingehan, dest bi guhartina demografiyayê kir."

Şêxo wiha domand: "Di wê çarçoveyê de xelkê bajarê Efrînê hat koçberkirin û li şûna wan Tirkmen, Ereb û hwd e hatin bihcihkirin. Bi wê re herêma Çiyayê Kurmênc kirin herêmeke ku lê cilên reş tên lixwekirin, kesên biyanî tê de digerin. Ew kes malbatên çeteyan in yên ku ji Xûta, Dêrazor û herêmên din hatine."

′SÛCÊN QIRKIRINÊ′

Şêxo der barê sûcên ku dagirker li Efrînê pêk tînin jî ev agahî parve kirin: “Di 5 salên dagirkeriyê de dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 700 kes şehîd xistin, di nava wan de zarok, kesên temenmezin û 96 jin hebûn. Binpêkirin li dijî 90 jinan hatin kirin. Bi hezaran xwecihên herêmê hatin revandin, bi sed hezaran darên zeytûnê û yên din ji bo avakirina mêtingehan hatin şewitandin an firotin."

′TIRKKIRINA HERÊMÊ′

Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li dibistanan zimanê tirkî ferz kir, peymangeh û zanîngehên bi zimanê tirkî jî vekirin, lîreya tirkî ferz dike û al û sembolên Tirkiyeyê hildane.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide kantona Efrîna bi Lîwa Iskenderon a dagirkirî ve girê bide û da zanîn ku waliyê Lîwa Iskenderon rojane ji saet 08:00`ê sibehê heta saet 04:00`an piştî nîvro li Efrînê dimîne.

Şêxo li gorî hin çavkaniyan ev agahî parve kirin: “Gele simsarên biyanî erd, mal û milkên xelkê Efrînê bi pereyekî zêde dikirin. Bi dehan rewşên bi vî rengî li gundên Kefer Sefrê û Dêwa yên Cindirêsê çêbûne.”

Îbrahîm destnîşan kir ku bûyerên bi wî rengî zêde bûne û wiha dewam kir: “Simsar, ji bo ku avahiyên mêtingeriyê ava bikin û demografiyaya herêm biguherînin xwecihên herêmê neçar dikin ku mal û milkên xwe bifiroşin.”

Li gorî agahiyên ku endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîma Şêxo parve kirine, ji 2020`an bi alîkariya rêxistinên îxwanî yên ji Qeter û Kuwyetê li Efrînê herêmê zêdetirî 25 mêtingeh hatine avakirin. Piraniya wan li Çiyayê Lêlûn û deşta Cindirêsê ne.

(fr/c)

ANHA