​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-6-2023
25 hezîran, 2023   23:00

Nivîskarê ji Misirê Behcet El Ubeydî têkildarî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê anî ziman ku dewleta Tirk tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike û got, tevkariya di van binpêkirinan de dê deqeke reş li eniya civata navneteweyî bihêle.

Jinên kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker jinên pêşeng ên ku roleke sereke di Şoreşa Rojava de lîstine hedef digire da ku şoreşa jinan têk bibe. Jinan soza domandina berxwedanê û şopandina rêya şehîdan û destekdayîna hêzên leşkerî nû kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku simsarên (navbeynkar) biyanî yên li Efrînê xwecihên herêmê neçarî firotina milkên wan dikin. Şêxo da zanîn ku heta niha li Efrînê zêdetirî 25 mêtingeh hatine avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman destnîşan kir ku encamên civîna Astana ne li gor berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne û piştrast kir ku serkeftina Rêveberiya Xweser di parastina herêmê de û beyannameya wê ya dawî û biryara darizandina çeteyên DAIÇ'ê, tirs xistiye dilê dewleta Tirk a dagirker. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Rûsyayê de şerek di navbera artêşê û koma Wagner a ku berjewendiyên Rûsyayê li derve diparêze de derket. Tevî ku şer rojekê tenê dewam kir, lê girîngî û bandorên wê yên mezin hene.

Bazara pez li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina Cejna Qurbanê re geş dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê ji ber kêmbûna mûçeyên karmendan û bilindbûna rêjeya bêkariyê rewşa jiyanî her diçe xirabtir dibe. Vê yekê rê li zêdebûna sûcan, şebekeyên dizî û fuhuşê vekiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA