Şêniyên Tebqayê şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, îro şehîdên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîdan a Tebqayê bi bîr anîn.

Şêniyên Tebqayê şehîd bi bîr anîn
25 hezîran, 2023   17:50
TEBQA

Bi sedan şênî, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê û rûspiyên herêmê tev li merasîmê bûn.

Malbatên şehîdan, mûm li ser gorên şehîdan vêxistin. Dûre bi navê malbatên şehîdan bavê şehîd Hanî El Ilîs Yasir El Ilîs axivî û got: “Îro em lehengên xwe bi bîr tînin ku di oxira axa vî welatî de canê xwe feda kirin û terora DAIŞ`ê rizgar kirin.”

/ar/uploads/files/2023/06/25/171354_yasr-alalys.webp

El Ilîs diyar kir ku bi vêxistina mûm li ser gorên şehîdan, careke din soza xwe ya li hember şehîdan dane, dubare dikin ku dê wefdarê wan bin.

/ar/uploads/files/2023/06/25/171331_shyryn-mwsa.webp

Dûre endama Rêveberiya Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Şîrîn Mûsa axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Şîrîn wiha domand: “Bi saya şehîdan me ev destkeftî bi dest xistin û li hember terorê û dagirkeran bûne bendeke asê.

/ar/uploads/files/2023/06/25/171212_mrasm-astthkar-lshhdaa-alshhr-alraba-walkhams-walsads-fy-altbqh-281129.webp

Şîrîn di dawiyê de soz da şehîdan ku dê li hember êrişkeran, bibin keleheke asê.

Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî wêneyên şehîdan hate pêşandan.

(şx)

ANHA