Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê şehîd Diyar Efrîn oxir kir

Îro bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê cenazeyê şervanê HRE şehîd Diyar Efrîn li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kir.

25 hezîran, 2023   18:50
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Ziyad Midewer (Diyar Efrîn) ku di 24'ê vê Hezîranê de di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de şehîd bûye li pêşiya nexweşxaneta Avrîn a navçeya Fafînê kom bûn.

Karwanê wesayîtan ber bi Goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ve bi rê ket.

Li wir, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso sersaxî da malbata şehîd û hemû şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê.

Îso teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo têkbirina planên dagirkeriya Tirk da.

Îso bang li gelê herêmê kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera li wê û têkbirina şerê taybet ê li dijî gel rêya şehîdan bişopînin.

Rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Efrîn û Şehbayê Sureye Mustefa got: "Dewleta Tirk a dagirker ji dehsalan ve hewl dide gelê Kurd qir bike û li dijî wî komkujiyên qirêj pêk tîne."

Sureye soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

(mh/şx)

ANHA