Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kir ku têkoşîna wan a li ser şopa şehîdan heta bidestxistina serkeftinê, berdewam e.

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk şermezar kir
25 hezîran, 2023   17:08
DÊRAZOR

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Kampa Ebû Xeşeb, ji aliyê rêvebera nivêsgehê ya bajarokê El Cezra Lîna El Ewad ve û bi beşdariya jinên kampê hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker a faşîst êrişên xwe yên li dijî gelên aştîxwaz û azadîxwaz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne ku zarok, temenmezin û jinan li ber çavê cîhanê hedef digire.

Dewleta Tirk a dagirker dijberiya demokrasî, mirovahî û fikrê azad dike û êrişên xwe yên li dijî jinan giran dike. Wê Zehra Berkel, Zeyneb Saroxan, Hevrîn Xelef, Jiyan, Sosin, Yadê Eqîde û gelek jinên din hedef girtin. Di vê dawiyê de jî Yusra Derwîş û Leyman Derwîş hedef girtin. Ev yek jî nîşan dide ku ew ji şoreşa jinên azad a ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan rabûye, ditirse.

Divê em li hember van êrişan têkoşîn û berxwedaneke mezin bidin meşandin û em tu carê rê nadin tu kesî ku destkeftiyên şoreşa me û yên jinan têk bibe. Em dê têkoşîna xwe ya li ser şopa şehîdan heta rizgarkirina hemû gel û jinên bindest bidomînin.

Em van êrişan bi tundî şermezar dikin û bang li gelê xwe bi taybetî jinan dikin ku asta berxwedan û têkoşînê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa me bilind bikin."

(mh/şx)

ANHA