Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê geşedanên siyasî şîrove kirin

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê ji bo şîrovekirina rewşa siyasî, nexşerêya Astana û beyannameya Rêveberiya Xweser civînek li dar dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê geşedanên siyasî şîrove kirin
24 hezîran, 2023   19:28
TEBQA

Civîn li dika Navenda Çandî ya Tebqayê li dar ket. Bi dehan şêniyên Tebqayê, rûspî, endamên saziyên sivîl û Partiya  Sûriya Pêşerojê tev li civînê bûn.

Di civînê de cîgirê sekreteriya giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û behsa girîngiya beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê di vê demê de kir û got: “Beyanname gaveke erênî ya girîng e. Nexasim ku fêmkirineke rast a xwezaya aloziyê tune ye, hemû aliyên Sûriyeyê çareserkirina aloziyê û bidawîkirina êşên gelê Sûriyeyê paşguh kirine û nêrînên nakok têkildarî hêviyên gelê Sûriyeyê di azadî, edalet û wekheviyê de didin.

/ar/uploads/files/2023/06/24/185436_whatsapp-image-2023-06-24-at-9.30.10-pm-28129.webp

Der barê vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî de Hesen, ew gav bi erênî nirxand û nirxandina xwe wiha domand: “Dema hemwextî vê gavê, biryarên NY`yê yên têkildarî pêk werin, wê demê ev gav baş e. Yan jî wê encamên wê neyînî bin û hêviyên gelê Sûriyeyê neyne cih. Mîna nexşerêya Astanayê ku di vê dawiyê de li Kazexistanê li dar ketiye. Ev nexşerê, alozî girêktir kir li şûna ku çareser bike. Ji ber ku hevalbendiyên li dijî gelê Sûriyeyê ava bûn. Bi wê re Tirkiyeyê êrişên xwe yên li dijî herêmê bi balafiran û ajandeyên xwe yên rêxistinên terorîst mîna DAIŞ`ê zêde kirin ku Rêveberiya Xweser biryar da wan di dadgeheke taybet de li gorî qanûnên navneteweyî û pergalên taybet ên Rêveberiya Xweser darizîne.”

Hesen îşaret bi fişarên li ser Rêveberiya Xweser kir û got: “Tirkiye û desthilata Şamê bi normalîzekirinê dixwazin Rêveberiya Xweser neçar bikin ku daxwazên pergala Tirk qebûl bike. Lê Rêveberiya Xweser niha ji berê bêtir bi hêz e û xwedî biryar e.”

Her wiha Hesen diyar kir ku Tirkiye bi siyaseta xwe armanc dike aloziyên xwe yên hundirîn derbasî derve bike ji ber ku rewşa li Tirkiyeyê di encama hilweşîna aboriya wê de, gelek aloz bûye.

Hesen di dawiya axaftina xwe de, balkişand ser girîngiya rola çalak a civaka navnteweyî û dadgeha navneteweyî di darizandina sûcdarên şer de û got: “Ew dikarin êrişa domar a Tirkiyeyê li ser gelê me rawestînin, dagirkeriyê bi dawî bikin. Divê çareserî bi praktîkkirina biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 pêk were ku tevahî aliyên Sûriyeyê li ser masaya diyalogê rûnin.”

Di dawiya civînê de, beşdaran pirs û ramanên xwe der barê gelek dozên siyasî de parve kirin û dîwanê jî bersiva pirsên wan dan.

 

(şx)

 

 

ANHA