ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-6-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-6-2023
24 hezîran, 2023   23:00

Endamên Meclisa Gitşî ya PYD′ê ya Şehbayê banga aşkerakirina rewşa li Îmraliyê kir û got ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Kobanê di salevgera 8`emîn a komkujiyê de daxwaza pêkanîna edaletê, darizandina çeteyên DAIŞ′ê û danîna sînorekê ji dewleta Tirk a dagirker re dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Erdogan bi pêşwazîkirina rayedarên PDK'ê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî xwe wek piştevanê doza kurdî nîşan dide. Lê her hevdîtineke wan encamên xirab ji bo Kurdan bi xwe re tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî bidawîbûna danûstandinên Astanayê, dibe ku civîn li Enqere yan jî li Şamê li dar kevin. Ji gera wezîrê karên derve yê Îranê nîşaneye werzeke nû ya hevkariye di nabera wê û dewletên kendavê de dide.

Kongra Star a navçeya Çil Axa bi rasthatina salvegera 27`an a şehadeta şehîd Zeynb Kinaci (Zîlan) semînerekê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Dêrikê bi rasthatina salvegera 27`an a şehadeta şehîd Zeynb Kinaci (Zîlan) semînerekê li Navenda Çand û Hunerê ya Dicle dide saet di 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derdikevin xwepêşandanê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin xwepêşandanê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarokê El Erîşe ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin xwepêşandanê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê qurbaniyên Komkujiya Kobanê bi lidarxistina civînekê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi bîr tîne saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê, bawernameyên dawiya salî li xwendekarên dibistanên amadehî û navîn belav dike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li herêma Ebû Xeşeb derdikevin xwepêşandanê saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Kobanê, mûm li ser gorên şehîdan ên goristana şehîdên Komkujiya Kobanê û gundê Berxbetanê vêdixin saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)