KNK: Em amade ne navbeynkariyê bikin

KNK’ê têkildarî şerê di navbera 2 partiyên Rojhilat de diyar kir “Em ji bo çareserkirina nakokiyê, amade ne navbeynkariyê bikin.”

KNK: Em amade ne navbeynkariyê bikin
23 hezîran, 2023   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di navbera pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên a Kurdistanê û Komeleya Şoreşgeran de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û hin pêşmerge jî birîndar bûn.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û şerê di navbera her du partiyan de şermezar kir û got: “Em vê kiryara kuştina zarokên Kurdan a bi destê Kurdan şermezar dikin. Em wek KNK bang li hemû aliyên nakok dikin bi ruhê neteweyî û yekitiya neteweyî li hemberî vê rewşa nayê xwestin tev bigerin. Bikaranîna çekê, dê tenê xizmeta dagirkerên Kurdistanê bike û birînên navxweyî yên bi dehan salan kûr bike.

Ev bûyer ne di berjewendiya her du aliyan de ye, tenê dijminên Kurd û Kurdistanê feydeyê ji van nakokiyane digirin. Ji bo bidawîkirina aloziyê, KNK amade ye ji bo çareserkirina nakokiyan navbeynkariya her du aliyan bike.”