Dr. Xebaşî: Tifaqa Kurd û Ereban mijareke girîng e

Endamê Komeleya Qanûnên Navneteweyî ya Misirê û endamê Navenda Ereb-Ewropa ya Qanûnên Navneteweyî Muxtar Xebaşî diyar kir ku tifaqa Kurd û Ereban di vê qonaxê de mijareke girîng û got di navbera her du gelan de gelek xalên hevbeş hene ku dikarin rê li ber destwerdanên derve bigirin.

Dr. Xebaşî: Tifaqa Kurd û Ereban mijareke girîng e
23 hezîran, 2023   07:11
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALE

Endamê Komeleya Qanûnên Navneteweyî ya Misirê û endamê Navenda Ereb-Ewropa ya Qanûnên Navneteweyî Dr. Muxtar Xebaşî li ser girîngiya tifaqa Kurd û Ereban ji ANHA'yê re axivî.

Dr. Muxtar Xebaş anî ziman ku di vê dema hestiyar de tifaq û jiyana hevbeş a Kurd û Ereban mijareke gelekî girîng û pîroz e û got: “Tifaq û pêkvejiyan rê li ber destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî li karînên ewlehiya neteweyî ya Ereban digire û xebateke hevpar a Ereb û Kurdan ava dike ku bikae çarçoveya parastina ewlehiya neteweyî ya her du gelan diyar bike."

/ar/uploads/files/2023/06/22/171459_1a959d71-1897-45b0-8ff5-ae1bf4045cf8.webp

Xebaş got li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkbirin an qewitandina terorê mijara sereke ye û wiha domand: "Hêza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têrê dike ku em mijara terorê kontrol bikin. 51 hezar DAIŞ'î di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û li kampa Holê hene. Me dît ji bo vegerandina van DAIŞ'iyan li welatên wan bangewazî li dewletan hebûn, lê dewletan ev bangewazî red kirin."

Xebaşî wiha pê de çû: "Ji bo serxistina jiyana hevbeş destpêkê ji her du aliyan ev tê xwestin; divê rêveberiyeke siyasî ye hevbeş hebe û divê xwezaya gefên li ser ewlehiya neteweyî ya Ereb û Kurdan were fêmkirin. Mijara xweserî an federalîzmê girîng e ku dikarin bibin çareserî. Divê ev mijar bi firehî were nîqaşkirin. Her wiha divê mekanîzmaya dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta navendî de, di çarçoveya qanûnî de bimîne."

Xebaşî destnîşan kir ku nakokiyên dîrokî di navbera Ereb û Kurdan de tune ne û got: "Ji Peymana Sevrê bigire mêtingeran roleke mezin di derxistina van pirsgirêkan de lîst. Ev peymana ku di 10'ê Tebaxa 1920'an de hatibû îmzekirin, yek ji wan rêzepeymanan e ku hêzên navneteweyî piştî binkeftina xwe di Şêrê Cîhanê yê Yekemîn de îmze kir. Erêkirina peymanê ji aliyê Dewleta Osmanî ve bizmarê dawîn di tabûta jihevketin û hilweşandina wê de bû, sedema vê hilweşînê jî binkeftina hêzên mezin di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bû. Peymanê li eyaleta Mûsil û Anatolyayê dewletek da Kurdan. Lê aliyên navneteweyî di wê demê de ev soz binpê kir."

Xebaşî diyar kir ku gelê Kurd dikarin gelê Ereb îqna bikin ku armanca wan ne parçebûn e, lê armanca wan pêkvejiyana li gorî rêgezên bingehîn ên edalet û ziman, xweserî yan federalîzm e ku ji aliyê rêveberiyeke hevbeş ve bê birêvebirin û hikumeke navneteweyî ya hevbeş hebe.

Dr. Muxtar Xebaşî di dawiyê de got di navbera Kurd û Ereban de gelek xalên hevbeş hene û ev lê zêde kir: "Çarçoveya giştî ya vê pêkvejiyanê, niyetên qenc û hêza hevpar dikarin rê li ber destwerdanên herêmî û navneteweyî bigirin. Her wiha dikarin rê li ber hewldanên derxistina pirsgirêkan di navbera her du aliyan de bigire. Hêza jiyana hevbeş a di navbera her du gelan de mezin e û dîrokî ye. Li cîhana Ereban gelek kadro û kesên Kurd hene ku roleke girîng di hunder, rêveberî, urf û adetên Ereban de dilîzin."

(bb)

ANHA