′Dagirker hewl didin projeya ji bo çareseriya Sûriyeyê têk bibin′

Endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD′ê Zeyneb Qenber diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê serkeftî ye, têk bibe. Her wiha civînên Astanayê bi civîna dewletên berjewendîperest wesif kir.

′Dagirker hewl didin projeya ji bo çareseriya Sûriyeyê têk bibin′
23 hezîran, 2023   06:13
HELEB-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, bi taybet êrişên bi balafirên bêmirov. Di encama wan êrişan de gelek têkoşer şehîd bûn, herî dawiyê jî hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûbûn.

Li ser mijarê, li kêleka wê jî têkildarî hûrgiliyên gera 20′an a civîna Astanayê ajansa me hevpeyvînek bi endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber re çêkir.

′HIKUMETA TIRKIYEYÊ KRÎZ BI KAR ANÎ, AJAN Û ÇETE ÇÊKIRIN′

Zeyneb Qenber di axaftina xwe îşaret bi daxuyaniyên dewleta Tirk ên ji destpêka tevgera Sûriyeyê ve kir û got daxuyaniyên wê bandoreke neyînî li vîna gelê Sûriyeyê kir û rêveçûna tevgerê guhart û vegerand krîzê.

Zeyneb wiha axivî: "Hikumeta Tirkiyeyê xwedî xewnên vegerandina Împaratoriya Osmanî ye. Ew hewl dide bi rêya bikaranîna krîzê vê yekê û Mîsaqî Millî pêk bîne. Êdî hemû sûriyeyî vê yekê dizanin û tiştekî aşkera ye."

Zeynebê bal kişand ser bikaranîna sûriyeyiyan ji hêla dewleta Tirk ve û wiha domand: "Hikumeta Tirkiyeyê sûriyeyiyên îdia dikin muxalif in û yên li herêmên dewleta Tirk dagir kirine bi kar tîne. Em dikarin wan bi çeteyên ji bo piştgiriya dewleta Tirk di dagirkirina xaka Sûriyeyê de dixebitin bi nav bikin. Rastiya wan du Efrînê, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî de diyar dibe."

′BALAFIRÊN BÊMIROV JI BO KU KRÎZÊ DERXIN DERVE BI KAR TÎNIN′

Zeynebê destnîşan kir ku fobiya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erodgan êşên wê dikişîne hişt ku ne tenê bi guhartina rêveçûna tevgerê, alozkirina rewşa Sûriyeyê, dagirkirina bajaran û bikaranîna balafirên bêmirov bike, lê belê hişt ku qanûnên navneteweyî paşguh bike.

Li ser hedefgirtin û êrişa dawî ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê ku tê de koçberên Efrînê bi cih bûne, Zeynebê wiha dewam kir: "Ev kiryarekî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Ji ber ku nêzî 38 kîlometreyan ji sînorê dewleta Tirk ve dûr e û heta ew derveyî sînorê peymana Edenayê ya li dijî gelê Sûriyeyê ye."

Zeynebê anî ziman ku armanca yekemîn a Erdogan tecrûbeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Ew tecrûbeya ku hemû pêkhate li hev kom kir û zemînek ji bo jiyana hevbeş ava kir."

Li ser hilbijartinên Tirkiyeyê Zeynebê wiha got: "Serkeftina Erdogan di hilbijartinan de ya bi ferqekî pir kêm, ji wî re tirsek piştî gera duyemîn çêkir ku di hilbijartinên şaredariyan de bi ser nekeve. Ji lew re bi rêya derxistina krîzên xwe li derve civaka Tirkiyeyê mijûl dike û bi rêya balafirên bêmirov ku yek ji berhemên vê siyasetê ye derbeyê li herêmê dide."

′ASTANA JI BO DEWLETÊN BERJEWENDÎPEREST E’

Zeyenb Qenber li ser vê yekê wiha got. "Em dikarin gera 20′an a civîna Astanayê bi civînên ′dewletên berjewendîperest′ bi nav bikin. Di wan civînan de bang dikin bi gelê Sûriyeyê bin, lê di rastiyê de ew e ku kûrahiya van civînan dabeşkirina berjewendiyan di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ye."

Zeyneb diyar kir ku ev civînên ku aliyên li qada Sûriyeyê ne tê de nîn in bi pûçbûnê dest pê dikin, encamnameyên wan jî bi berfirehkirina serweriya wan dewletan li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi dawî dibin. Bo nimûne di civînekê de hate gotin alî li ser têkbirina terorê li hev dikin, rêzî ji mafên cîrantiyê û başbûna niyetê re digirin. Pirsa li vir, gelo pênaseya terorê li gel Erdogan çi ye? Gelo QSD′ê yê ku terorê navneteweyî ya bi nûnertiya DAIŞ′ê terorîst têk biriye, teror e?

Zeyneb Qenber got siyaseta dewleta Tirk a dagirker pêk tîne derbeyê li hemû mîsaqên navneteweyî dide, herî dawî jî hedefgirtina hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Ferat Tûma bû.

(fr)

ANHA