​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-6-2023
22 hezîran, 2023   23:00

Endamên Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Helebê diyar kir ew ê têkoşîna li qadan dewam bikin û got “Em ê bi hunerê şerê faşîzma Tirk bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn diyar kir ku şehadeta Zehra û Hebûnê bandor li sedan jinan kiriye û ew jin niha têkoşîna hevrêyên xwe didomînin û got "Li hemberî israra dewleta Tirk a qirkirina me, israra me ya jiyaneke birûmet û azad zêdetir dibe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD′ê Zeyneb Qenber diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê serkeftî ye, têk bibe. Her wiha civînên Astanayê bi civîna dewletên berjewendîperest wesif kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li herêmên li eniyên şer teqezî bi girîngiya şerê gel ê şoreşgerî kir û diyar kirin ku şikandina êrişên li dijî herêmê di berxwedanê de nixumandî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku nexşerêya ku di civîna Astanayê de behsê wê hat kirin, dê gelek hevkariyên li dijî gelê Sûriyeyê çêke, lewma ger Şam bi Enqereyê re bikeve nava têkiliyê dê krîza Sûriyeyê bikeve pêvajoyeke nû û got “Êdî dê rewş ji bo her kesî li herêmê zêdetir aloz û xirab bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Komeleya Qanûna Navneteweyî ya Misirî, Navenda Erebî-Ewropî ya Qanûna Navneteweyî Dr.Mixtar Xebaşî got hevgirtina di navbera gelê Kurd û Ereb de bûye mijareke girîng û pîroz. Her wiha diyar kir ku gelek çarçove û xema hevbeş di navbera her du gelan de heye. (BI WÊNE)

Piştî 2 rojan ji nîqaşê, civîna navneteweyî ya 20'emîn a li ser rewşa Sûriyeyê li paytexta Kazaxistan Astanayê bi dawî bû, di encamê de tu nêzîkbûnên di navbera rejîmên Sûriye û Tirkiyeyê de wek ku Rûsya û Îranê hêvî dikir, nehatin nîşandan û tu hêviyên çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyeyê nehatin diyarkirin.(BI WÊNE)

Kongra Star a Herêma Firatê bi meşeke bi meşalayan şehîdên Komkujiya Helincê li gundê Helincê yê başûrê Kobanê bi bîr tîne saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA