Nûnerên gelek partî û rêxistinên Başûr sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwestin

Şandeyên KNK’ê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Serokê Fraksiyona Tevgera Goran û gelek çalakvan û kesayetên cuda serdana taziyeya ku ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Herêma Kurdistanê ya ji bo şehîdbûna Yûsra Derwêş, Leyman Şiwês û Firat Tûma vekiriye, sersaxî ji nûnertiyê û gelê Rojava re xwestin.

Nûnerên gelek partî û rêxistinên Başûr sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwestin
22 hezîran, 2023   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî ku Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Herêma Kurdistanê li ofîsa xwe ya li Silêmaniyê ji bo şehîdbûna şoreşgera pêşeng û Cîgira Serokatiya Kantona Qamişlo Leyman Şiwês bi nasnav Rihan Amûdê, Hevseroka Kantona Qamişlo Yûsra Derwêş û endamê Meclisa Kantona Qamişlo Firat Tûma, taziye danî, nûnerên partî û rêkxistinên Başûrê Kurdistanê û kesayetên diyar serdana taziyeyê dikin. Bi vê boneyê şanda KNK’ê,  Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Serokê Fraksiyona Tevgera Goran û gelek çalakvan û kesayetên cuda serdana taziyeyê kirin û sersaxî ji nûnertiyê û gelê Rojavayê Kurdstanê re xwestin.

Şanda KNK’ê ya ji Salar Mehmûd, Şêrko Heme Emîn, Şoriş Xidir û çend kesên din, herwiha Seroka Fraksiyona Tevgera Goran Gulistan Seîd, Sekretera Jinên Partiya Kesk, ji Rêkxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Sulêman, Kinêr Ebdullah, Seywan Qadir û çend endamên din serdana taziyeyê kirin.

Herwiha nivîskar Letîf Fatîh Ferec, aktivîsta jin Saze Ebdullah, şêwirmenda yasayî Sirûşt Helebceyî, Aware Xan, hûnermend û çendîn kesayetên din serdana taziyeyê kirin.

Hemû  partî, rêkxistin û kesayetên serdana taziyeyê kirin, ji gelê Rojavayê Kurdistanê re sersaxî xwestin û piştgiriya xwe ya ji Şoreşa Rojava re dubare kirin.