​​​​​​​Li Helebê panelek hat dayîn

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Demokratîk - Jin ên Helebê bi dirûşma "Bi nasnameya jina azad em ê tecrîdê û dagirkeriyê têk bibin", paneleke diyalogê li dar xist.

​​​​​​​Li Helebê panelek hat dayîn
22 hezîran, 2023   19:17
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Demokratîk - Jin ên Helebê paneleke diyalogê ji bo nîqaşkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û doza tunekirina fikrê jina azad û mekanîzmeya çareserkirinê li dar xist.

Panel li hola Telêt Heleb a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û tevgerên jinan hat lidarxistin.

/ar/uploads/files/2023/06/22/164636_2023-6-22-hlb-ndwh-hwaryh-llmrah-alshabh-hwl-alazlh-almfrwdhh-ala-alqaed-28329.webp

Di serî de endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Yûsif perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin ku tê de teqezî bi girîngiya domandina perwerdeyê û pêkanîna rast a azadiya jinan û avakirina civakeke demokratîk hat dayîn.

Piştre, deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin, di serî de beşdaran der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên tunekirina fikrê jina azad de axivîn.

Têkildarî tecrîdê endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk - Jin Fatme Mihemed got: "Hemû dewlet li dijî Rêber Abdullah Ocalan bûn yek, divê serî pêşîn em dîrokê û komployê baş nas bikin, wê demê em ê rêya pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan nas bikin."

Fatme destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi azadiya fikrê gel pêk tê.

Der barê mijara kuştina jinan de, berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir wiha axivî: "Jin armanca sereke ya fikrê Rêber Abdullah Ocalan bûn, niha jî dewleta Tirk a dagirker jinan hedef digire ji ber ku dizane jin di şoreşa Kurdistanê de pêşeng in. Dewleta Tirk bi tevahî rêbazan dixwaze vîna jinan bişikîne, ji ber ku ji fikrê jina azad ditirse û wê li ser siyaseta xwe xetere dibîne."

(mh/şx)

ANHA