Dibistanên di erdhejê de ziyan dîtine tên sererastkirin

Dibistanên herêma Şehbayê yên di erdheja 6`ê Sibatê de zirar dîtibûn wê di betlaneya havînê de bên sererastkirin.

Dibistanên di erdhejê de ziyan dîtine tên sererastkirin
Dibistanên di erdhejê de ziyan dîtine tên sererastkirin
Dibistanên di erdhejê de ziyan dîtine tên sererastkirin
Dibistanên di erdhejê de ziyan dîtine tên sererastkirin
Dibistanên di erdhejê de ziyan dîtine tên sererastkirin
Dibistanên di erdhejê de ziyan dîtine tên sererastkirin
Dibistanên di erdhejê de ziyan dîtine tên sererastkirin
Dibistanên di erdhejê de ziyan dîtine tên sererastkirin
22 hezîran, 2023   04:34
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Li gorî agahiyên ku Cîgirê Hevserokê Desteya Perwerdê û hîndekariyê ya Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş dane ajansa me, di erdheja 6`ê Sibatê de li Şehbayê 4 dibistan û peymangehekê zirar dîtibûn. Ji ber ku sala perwerdeyê berdewam dikir û li baxçeyê dibistanan kon hatibûn vedan, sererastkirina dibistanan hatibû taloqkirin. Piştî bidawîbûna sala perwerdeyê ya 2022-2023`yan Desteya Perwerdeyê bi alîkariya Şaredariya Herêma Şehbayê dest bi amadekariyên sererastkirina dibistanan kir.

/kr/uploads/files/2023/06/21/194726_fadil-caws.webp

Cîgirê Hevserokê Desteya Perwerdê û hîndekariyê ya Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş destnîşan kir ku wan dest bi sererastkirinê kiriye û plan dikin ku di betlaneya havînê de vê xebatê bi dawî bikin.

Çawîş destnîşan kir ku derfetên wan kêm in, lê şaredariya herêmê jî alîkariya wan dike û wê bi hev re sererastkirinê temam bikin.

/kr/uploads/files/2023/06/21/194743_mehd-resd.webp

Endamê Şaredariya Herêma Efrîn û Şehbayê Mehmûd Reşîd jî diyar kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe alîkariya Desteya Perwerdeyê dikin û tiştên di destê xwe de pêşkêş dikin.

(c)

ANHA