'Bi yekrêzî û hevgirtinê em ê li dijî polîtîkayên Erdogan bisekinin'

Şêniyên herêmê bertek nîşanî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker da û diyar kir ku ew ê yekrêzî û hevgirtina xwe xurt bikin. Şêniiyan helwestên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî şermezar kirin.

'Bi yekrêzî û hevgirtinê em ê li dijî polîtîkayên Erdogan bisekinin'
22 hezîran, 2023   00:18
MINBIC-ŞÎRÎN SERXAN

Welatiya bi navê Rîm Derwîş a ji Minbicê wiha behsa êrişan kir: “Piştî serketina Erdogan di hilbijartinan de, tişta beriya hilbijartinan dest pê kiribûn, niha temam dike. Xema wî ya yekane, têkbirina ewlehiya herêmê û koçberkirina niştecihên wê ye da ku bi hêsanî herêmê kontrol bike.”

/kr/uploads/files/2023/06/21/194525_-.webp

Rîm diyar kir ku Erdogan bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van sûcan, bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne, herêmê parçebike û şerê tê de berdewam bibe.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di encamê de gelek welatî û şervanên hêzên leşkerî yên ku herêmê diparêzin şehîd û birîndar bûn. Ji wan di hefteya borî de 6 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn. Her wiha Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo, cîgira hevseroketiya meclisê û endamê meclisê di 20'ê Hezîranê de şehîd bûn. Li hember van êrişan şêniyên herêmê bi rêya xwepêşandan û çalakiyan nerazîbûna xwe nîşan da.

Rîm bang li rêxistinên mafên mirovna kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarok, jin û temenmezinên herêmê rawestînin û got: "Em daxwaza girtina qada hewayî ya hemû herêmên xwe dikin."

Rîm wiha domand: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne da ku em plan û xewnên Erdogan têk bibin. Me ji bo azadiyê cegerên xwe feda kirin û em dê xaka xwe ya ku bi xwîna şehîdan avdan heta dawiyê biparêzin."

'HER ÇIQAS ÊRIŞ ZÊDE BIBIN EM DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN HÊZÊN XWE Û BERXWEDANA XWE`

/kr/uploads/files/2023/06/21/194559_-.webp

Di heman çarçoveyê de, welatiya bi navê Fatme Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Ji gelek rojan ve dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên bêmirov li dijî gundên başûr û rojhilatê Minbicê êrişan pêk tîne û bi awayekî rasterast sivîlan hedef digire. Di encamê de jî gelek welatî birîndar bûn û dema ku 6 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diçûn hawara birîndaran ew ji aliyê balafira bêmirov ve hatin hedefgirtin û di encamê de ew şehîd bûn."

Fatme Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê naxwazin rewşeke aram li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyda bibe û got: "Ji dema rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî gelê herêmê bênavber didomîne da ku îradeya gelên azad û aramiya herêmê têk bibe."

Fatme Mihemed piştrast kir ku ew ê piştgiriyê bidin hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û dê tevî êrişan jî berxwedana xwe bidomînin û asta wê bilind bikin.

'BALAFIRÊN DIJMIN ME NATIRSÎNIN'

/kr/uploads/files/2023/06/21/194542_-.webp

Her wiha, welatiyê bi navê Şêxo Bîlal wiha axivî: "Ev êrişeke hovane ye û şêniyan hedef digire, ji dema rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê de ev êriş ranewestiyane. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelên azadîxwaz tune bike û Osmaniyê vejîne."

Şêxo der barê paşguhkirina rewşa gel de ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve got: "Eger rêxistinên mafên mirovan di rastiyê de hene ew ê van êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Sûriyeyê rawestînin."

Şêxo destnîşan kir ku balafirên dewleta Tirk a dagirker dê nikarin îradeya gel têk bibin û ew dê her piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî.

Şêxo di dawiya axaftina xwe de got: "Em dê li hember komployên hovane yên ku Erdogan wan plan dike, xwe bikin mertal û em dê di xendeqekê de li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin û em dê bi îrade û berxwedana xwe hemû deverên dagirkirî rizgar bikin û dagirkeriya Tirk têk bibin."

(mh/şx)

ANHA