Xalid Omer: Li Îmraliyê peymanên hundirîn û cîhanê tên binpêkirin

Endamê Însiyatîfa Parêzaran ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan ya Sûriyeyî Xalid Omer, balkişand ser binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin û çawa peymana mafên mirovan, girtiyan, made û destûra Tirkiyeyê tên binpêkirin û bang li parêzeran û hiqûqnasên li Ewropayê kir ku ji bo pêkanîna edaletê bixebitin.

Xalid Omer: Li Îmraliyê peymanên hundirîn û cîhanê tên binpêkirin
21 hezîran, 2023   23:37
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi ferzkirina cezayên dispîlî li ser Rêber Abdullah Ocalan her 6 mehan, tevahî pîvanên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan binpê dike. Jê madeya 1/16 ya peymana mafên mirovan a cîhanê ku ji rêgezên model ên herî nizm ên danûstandina bi girtiyan re pêk tên û navaroka wê wiha ye: “Ji mafê her girtiyekî ye ku were agahdarkirin. Ji erka desthilata berpirs e ku agahî bide malbata wî yan jî kesên din ku girtî ew diyar kiribin.”

Her wiha dewleta Tirk paragrava 1-2 a beşa yekemîn a madeya 1 ya lihevkirina parastina tevahî kesan ji windakirina bi zorê ya navneteweyî binpê kiriye. Li gorî vê madeyê; nabe tu kes bi zorê were windakirin.

CEZAYÊN DÎSPLÎNÎ LI GIRTIYEKÎ DI HUCREYA TAKEKESÎ DE

/kr/uploads/files/2023/06/21/194912_-1.webp

Endamê Însiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyî, Xalid Omer diyar kir ku bingeheke qanûnî ya cezayên dîsplînî nîne ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û wiha domand: “Ev ceza, li girtiyên ku li qanûnên girtîgehê binpê dikin tê ferzkirin. Lê Rêber Abdullah Ocalan di girtîgekehe takekesî de hatiye dîlgirtin. Yanî ew tu qanûnên girtîgehê binpê nake.”

Omer diyar kir ku ev ceza, bi armanca girankirina tecrîdê û qedexekirina hevdîtina parêzeran û malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Nasandina Rêber Ocalan wek kesayetek bê dîsplîn û binpêkerê qanûnê û bêparhiştina wî ji mafê hêviyê, ev sedemên din ên ferzkirina van cezayan e.”

Omer ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji bo ku mafê hêviyê pêk were, divê tu cezayên dîsplînî li ser girtî nehatibin ferzkirin. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker van cezayan dibire.

AGAHDARKIRINA PARÊZERAN BI BIRYARÊN NÛ

Her wiha Omer destnîşan kir ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê, nabe hevdîtina di navbera girtî û parêzeran de were qedexekirin heta ku cezayên dîsplînî lê hatibin birîn. Ji ber wê, ew dixwazin bi qedexekirina hevdîtinê, wî ji cîhana derve qut bikin. Lê ev ne qanûnî û ne jî rewa ye.”

Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina Rêber Abdullah Ocalan ji cîhana derve, madeya 26`an a benda 8`an a destûra xwe binpê dike ku têkildarî, azadiya ravekirinê, belavkirina fikrê ye. Made mafê ravekirina nêrîn û ramanê û belavkirina wê bi devkî û nivîskî yan jî wêne yan jî bi rêbazeke din, mafê hemûyan e. Di nav de mafê azadiyê di wergirtina agahî û ramanan û belavkirina wê de beyî destwerdana desthilata fermî heye.

Omer destnîşan kir ku divê sedemên birîna van cezayan bê diyarkirin û parêzer werin agahdarkirin, ji ber ku dikarin li ser van biryaran di demeke diyar de îtîraz bikin, ji lewra dewleta Tirk a dagirker qanûnên têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan binpê dike.

ÎŞKENCEYA DERÛNÎ

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, dikevin bin navê îşkenceya derûnî û binpêkirina lihevkirina mafên mirovan, girtiyan û qanûnên hundirîn ên dewleta Tirk.

Der barê nêrîna qanûna navneteweyî li hember van binpêkirina Omer got: “Bê guman, dewleta Tirk li ser van binpêkirina hesab jê nayê pirsîn. Lê divê CPT, Komîteya Mafên Mirovan a Meclisa Ewropayê, hesabê ji Tirkiyeyê bipirsin.”

DOZA OCALAN CÎHANÎ YE

Xalid Omer bang li tevahî parêzer û hiqûqnasên li Ewropayê kir ku ji bo parastina edaletê, fişarê li hikumetên xwe bikin, da ku ew jî fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Omer wiha anî ziman: “Doza Ocalan, weka wê di serdema me de tune ye. Doza gelan û civakan e, ne tenê doza kesekî ye.”

Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe de ya ku ji serokê dadgeha mafên mirovan a Ewropayê ya li Strasburg-Fransayê re şandiye û xistiye pirtûka xwe ya 5`an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk dibêje: “Tecrîda taybet a di girtîgeha Îmraliyê de li ser min tê meşandin û qanûnên ku min bi bîr xistine û dê Tirkiye bi hiceta ku li gorî qanûna ewropayê bibe, derxîne, di navaroka xwe de berovajî qanûnan e. Ji nû ve nedarizandina min ji aliyê komîseriyê ve,  li dijî biryara we ya yekem e, anku biryra `ji nû ve darizandinê`. Guhertina biryara we, bi rêya biryara dawî ku dê hûnê ji bo min didin, gelek girîng e.”

(şx)

ANHA