Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin

Di merasîmê oxirkirina şehîd Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş de heval û dostên wan soza pêkanîna hêvî û şopandina rêya wan dan. Axêveran da zanîn ku îradeya pêkhateyan sembol e, Rêveberiya Xwerser jî dê bi îradeyan wan bimîne.

Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
Bi merasîmeke bi heybet her du jinên pêşeng hatin oxirkirin
21 hezîran, 2023   18:00
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) oxir kirin.

Merasîm li Goristana Şehîd Isamîl a navçeya Amûdê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM, heval, dost û malbatên şehîdan li dar ket.

/kr/uploads/files/2023/06/21/181342_hevi.webp

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvî El-Seyd axivî û got: “Ev girseya li vir,  nîşan dide ku tu hêz nikare moral û vîna me têk bibe. Ez destpêkê sersaxiyê ji Rêbertî re dixwazim, ji ber ku ew e yên jinên qehreman da pêş. Dijmin jinên pêşeng hedef digire ji ber jy ji rola wan a qehreman ditirse.”

SOZA PÊKANÎNA HÊVIYÊN ŞEHÎDAN

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo piştgiriya terorê û dagirkirina Sûriyeyê bike, asta êrişên xwe zêdetir kiriye, bi van êrişan aloziya di hundirê Tirkiyeyê de vedişêre.

Her wiha Yunis diyar kir ku hemxetî ragihandina Rêveberiya Xweser ku dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike, êriş herêmê dike û ev li gotinên xwe zêde kir: “DAIŞ`ê `zarokên Erdogan` in û dixwaze projeya demokratîk a gelan têk bibe û gelan bê îrade bihêle. Hêzên ku di civînên Astanayê de hazir dibin bazaran li ser gelê Sûriyeyê dikin, ev civîn jî berdewamiya komploya li dijî gelê me yê azadîxwaz e.”

Yûnis balkişand ser bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê û wiha domand: “Êdî bes e, bi vê bêdengiyê hûn dibin hevkarê van komkujiyan in. Gelê herêmê ji bo aramî û ewlehiya cîhanê berdêlên pir giran dane. Divê li hemberî projeya Rêveberiya Xweser hûn bi berpirsyariyeke exlaqî rabin. Divê bi erka xwe ya li hemberî hêviyên gelê Sûriyeyê rabin.”

Yûnis di axaftina xwe de da zanîn ku însiyatîf û sîstema Rêveberiya Xweser hêz û nimûneye ji aloziya Sûriyeyê re.

Her wiha Yunsi, Yusra, Leyman û Firat bi bîr anî û got: “Rîhan têkoşer, berxwedêr û milîtan bû, Yusra dev li ken, mamoste, rêveber û jina pêşeng bû. Firat jî fedekar û leheng bû. Divê ji bo şopandina rêya wan gelê me li derdor rêveberiya û hêza xwe bicive û siyasetên qirkirinê têk bibe. Em jî heta pêkanîna hêviyên van şehîdan li ser piyan bin.”

`JI BO BIBE DENGÊ JINA AZAD 38 SALAN TEKOŞÎNA AZADIYÊ KIR`

/kr/uploads/files/2023/06/21/181323_ruken.webp

Hevseroka TEV-DEM`ê Rûken Ehmed li ser navê rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û anî ziman ku ew careke din 2 jinên şoreşger oxir dikin, bal kişand ser şehîd Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) û got: “Rîhana Kurdistanî ye, ji ber ku li Amûdê, Kobanê, Qamişlo, Efrîn, Amadê, Mehebat, Silêmanî û Hewlêrê bû. Ya Zagros û Botanan bû, tekoşîneke bê hempa daye meşandin. 2016`an piştî rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê derbasî Minbicê bû, bi pêkhateyên wê re kar da meşandin. Ji bo bibe dengê jina azad 38 salan têkoşîna azadiyê kir.”

Rûken Ehmed da zanîn ku ji ber biryara darizandina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, hevkarê wan Erdogan ji bo parastina DAIŞ`ê kete tevgerê û got: “Pêwîst e em Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz û Cerablusê vegerînin. Wê kesayetên azad xwedî li Sûriyeyê derkevin, ne kesayetên xwefiroş ku niha li hev dicivin.  Em soz didin ku nehêlin bihustek ji axa me careke din dagir bibe.”

`ÎRADEYA PÊKHATEYAN SEMBOL E, RÊVEBERÎ JÎ WÊ PÊ BIMÎNE`

/kr/uploads/files/2023/06/21/181302_senherik.webp

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryana Senherîb Bersûm jî axivî û diyar kir ku ji dîrokê heta roj îro dijmin yek e, ew jî zihniyeta dewleta Tirk a dagirker e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewlet xwe li ser qirkirina gelê Suryan, Ermen, Kurd û civaka elewî û êzdî ava kiriye, heta niha jî hewldanên xwe yê qirkirinê dike.”

Bersûm got: “Em xwedî mafekî ne, em her dem serkeftî ne ji ber ku em xwedî îrade ne û bi şehîdan ve girêdayî ne. Gelê me li herêmê di nava hevgirtinekê de dijîn, xwîna me bûye yek bi vê yekê jî em soz didin şehîdên xwe. Îradeya pêkhateyan sembol û ronahî ye û dê Rêveberiya Xweser pê bimîne.”

`MEŞA lI SER ŞOPA ŞEHÎDAN, SERKEFTINÊ TEKEZ DIKE`

/kr/uploads/files/2023/06/21/181402_besir.webp

Paşê li ser navê malbata Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Şehîd Yusra Derwêş, Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf axivî û got: “Her du şehîd sembola jinên Kurd e. Şehadet destanek e ji ber di hindirê xwe de evînekê dihewîne. Heke gel bi dil û can li ser şopa şehîdên xwe bimeşe wê tekez serkeftinê bidest bixe û planên dijminan têk bibe.”

Piştî xwendin û radestkirina wesîqeyên şehadeta şehîdan, cenazeyê şehîd Yusra Derwêş û  Leyman Şiwêş li ser milê hevalên wan sewqî binaxkirinê hatin kirin. Cenazeyê her du şehîdan li Goristana Şehîd Ismaîl hatin veşartin.

(sb/şx)

ANHA