MSD`ê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kir

MSD`ê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira hevserokatiyê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tuma şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk qebûl nekin.

MSD`ê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kir
21 hezîran, 2023   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û bang li civaka navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirse.

Daxuyaniya MSD`ê wiha ye: “Em dema ku sersaxî didin malbatên şehîdan, bi tundî sûcê hovane ya li dijî sivîlan pêk hatiye şermezar dikin. Em banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker dikin ji ber tevahî sûcên şer ên li dijî herêmê rojane pêk tîne. Em bi tundî bêdengiya navneteweyî li hember siyasetên Tirkiyeyê şermezar dikin ku hewl dide tevlihevî û tirsê di herêmê de derxe, welatiyan neçar bike ku dev ji gund û bajarokên xwe berdin da ku wan dagir bike. Dûre wan koçber û penaberên wek kaxizên fişarê li dijî Yekitiya Ewropayê û NY`yê bi kar bîne ji bo ku siyasetên wê yên kirêt qebûl bikin.

Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku gefên Tirkiyeyê û sûcên şer ên ku li dijî şêniyên resen pêk tîne, qebûl nekin. Em bang li Rûsyayê dikin ku Astana neke odeyeke operasyonên ewlehiyê li dijî sûriyeyiyên bêguneh.

Her wiha em bang li desteyên NY û rêxistinên navneteweyî yên têkildar bi taybet Meclisa Ewlehiyê ku hesabê ji Tirkiyeyê bipirsin ji ber sûcê ku duh pêk aniye.

(şx)