Li Idilbê leşkerekî Şamê hat kuştin

Li “herêma bêçek” leşkerekî hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên ‘Fetih El Mûbîn’ ve hate kuştin.

Li Idilbê leşkerekî Şamê hat kuştin
21 hezîran, 2023   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li “herêma bêçek” ji saetên serê sibehê de hêzên hikumeta Şamê û komên çeteyan nuqeteyên hev topbaran dikin.

SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê derdora gundê Merbilêt, bajarokên Filêfil, Kensefera yên li herêma çiyayê Zawiyê ya başûrê Idlibê topbaran kirin. Çeteyên koma Fetih El Mûbîn jî derdora devera Eyn El Eşra ya li bakurê Lazîqiyê topbaran kir.

Li gorî SOHR`ê, leşkerekî hikumeta Şamê li nêzî gundê Avis ê li rojhilatê Idlibê ji aliyê çeteyên Fetih El Mûbîn ve hate kuştin.

(c)