HDP’ê êrîşên li ser Rojava şermezar kirin

HDP’ê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û 2 kesên pê re, şermezar kir û banga hestyariyê li civaka navneteweyî kir.

HDP’ê êrîşên li ser Rojava şermezar kirin
20 hezîran, 2023   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN  

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, êrişa bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk ku Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma bûn şehîd, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrişa bombeyî ya dawîn a armanckirina vîna gelê Rojava ku li Hevseroka Kantona Rojava Yûsra Derwêş, Leyman Derwêş û Firat Tûma hat kirin, em şermezar dikin. Ji bo rawestandina van êrişan ku li ber çavên cîhanê tên kirin, em banga hestyariyê li civaka navneteweyî dikin.”