Dema komkujî li Kurdistanê pêk tên Barzanî bi Erdogan re civiya

Dema ku dewleta Tirk a dagirker êriş erdnîgariya Kurdistanê dike û komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîne, li şûna şermezarkirinê û li hemberê bisekin, Mesrûr Barzanî serdana Enqereyê kir û bi Erdogan re civiyan.

Dema komkujî li Kurdistanê pêk tên Barzanî bi Erdogan re civiya
20 hezîran, 2023   15:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana paytexta Tirkiye Enqereyê kir, bi Erdogan û serokê karên derve yê nû û serokê berê yê îstixbaratê Hakan Fîdan re civiya.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker rojane herêmên cuda yên erdnîgariya Kurdistanê topbaran dike, êrişên terorîst ên MÎT`ê li dijî welatparêzan û siyasetmedarên Kurd li başûrê Kurdistanê, Barzanî serdana Enqereyê kir.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo de êriş pêk anî û di encamê de  Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma şehîd bûn. Di heman êrişê de hevserokê kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Her wiha duh jî civînek di navbera şandeyeke enerejiyê ya Tirkiye û rayedarên iraqî de li Bexdayê li dar ket. Lê her du alî têkildarî ji nû ve destpêkirina hinarteyên petrolê ji Başûr bi rêya bendera Cîhan, negihîştin tu encamekê.

Têkildarî civîna di navbera Mesrûr û Erdogan de, hin dezgehên çapemeniyê gotin civîn girtî bû.

(şx)