hikumeta Şamê: Daxuyaniyên Tirkiye bi berdewamiya dagirkirina axa Sûriyeyê re nakok in

Serokê şandeya hikumeta Şamê ya tev li danûstandinên Astanayê bûye got: “Divê encamên civînê li ser esasê pejirandina Tirkiye ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê be. daxuyaniyê wê yên der barê serdestiya Sûriye û yekitiya wê de bi berdewamiya dagirkirina axa Sûriyeyê re nakok in.”

hikumeta Şamê: Daxuyaniyên Tirkiye bi berdewamiya dagirkirina axa Sûriyeyê re nakok in
20 hezîran, 2023   15:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SANA`yê serokê şandeya hikumeta Şamê, cîgirê wezîrê karên derve û penabaran a hikumeta Şamê Eymen Sosan di civîna navbera cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de axivî û got: “Divê encamên civînê li ser esasê pejirandina Tirkiye ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê be. Divê vekişîn bi rastî dest pê bike û li gorî demnameyeke zelal û gavên diyarker be.”

Sosan wiha domand: “Wê demê dikarin mijarên din ên girêdayî vegera penaberan, têkoşîna li dijî terorê û têkiliyên di navbera her du welatan de, dest pê bibin.”

Li gorî ajansê, Sosan diyar kiriye ku daxuyaniyên Tirkiye yên têkildarî serdestiya Sûriye û yekitiya wê, bi berdewamiya dagirkirina axa Sûriyeyê re nakok in û li dijî qanûna navneteweyî ye.

Danûstandinên Astanayê berdewam in ku dê 2 rojan berdewam bikin.

(şx)