Cenazeyên 39 qurbaniyên fermana Şengalê dan malbatên wan

Cenazeyê 39 qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn qetilkirin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên 39 qurbaniyên fermana Şengalê dan malbatên wan
20 hezîran, 2023   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Duh saziya tiba edlî ya Bexdayê bang li malbatên qurbaniyên fermanê kir da ku cenazeyê 39 kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn qetilkirin ku gorên komî ji hatibûn derxistin û nasnameyên wan hatine diyarkirin, werbigrin.

Her 39 cenazeyên nasnameya wan hatin diyarkirin, ji Bexdayê veguhestin Şengalê.

Cenaze bi merasîmeke bi tevlîbûna sedan kesî, li seytereya Um Şibabîk ya di navbera Telehfer û Şengalê de, li gorî çanda Êzidiyan hatin wergirtin.

Cenaze piştre radestî malbatên wan hatin kirin, wê her malbatek cenazeyê xwe li goristanên xwe yên li Şengalê veşêrin.