Cotkarên Reqayê fatoreyên genim wergirtin

Rêveberiya Xweser ji Reqayê ve dest bi radestkirina fatoreyên genim ji coktaran re kir.

Cotkarên Reqayê fatoreyên genim wergirtin
Cotkarên Reqayê fatoreyên genim wergirtin
Cotkarên Reqayê fatoreyên genim wergirtin
Cotkarên Reqayê fatoreyên genim wergirtin
Cotkarên Reqayê fatoreyên genim wergirtin
Cotkarên Reqayê fatoreyên genim wergirtin
Cotkarên Reqayê fatoreyên genim wergirtin
20 hezîran, 2023   11:31
REQA

Nivîsgeha Darayî û Pereyan a Navendî ya Reqayê duh ragihand ku dê dest bi radestkirina fatoreyên genim ji cotkaran re ku genimê xwe di 24-29′ê Gulanê de radest kirine, bike.

Li gorî wê, bi sedan cotkarên Reqayê berê xwe da Nivîsgeha Darayî û Pereyan a Reqayê da ku fatoreyên xwe wergirin.

Rayedarê Nivîsgeha Darayî û Pereyan a Navendî ya Reqayê Macid El Elî li ser mijarê wiha got: “Me îro (20′ê Hezîranê) li gorî tabloya me duh li ser rûpela xwe ya fermî belav kiriye, dest bi radestkirina fatoreyên genim ji cotkaran re kir.”

El Elî wiha domand: “Di çend rojên bê de dê nav û tabloya belavkirinê li herêmên din jî were ragihandin da ku li gorî bihayê 43 sentan a Rêveberiya Xweser diyar kiriye, fatoreyên xwe wergirin.”

Di nivîsgehê de 5 sendoqên radestkirina fatoreyan hene. Cotkar kaxiza qabanê (pîvanê), nasnameya xwe dixe van sendoqan, da ku fatoreya xwe ya genim li gorî dolar wergire.

Li ser radestkirinê, cotkar Hemod El Muhsin ê ji rojhilatê Reqayê ji ajansa me re wiha got: "Min ji roja destpêkê ve genim teslîm kir û îro jî ji bo wergirtina fatoreyê hatime. Biha pir baş e û kalîteya genim li gorî pileyan jî baş e. Min îro fatoreya xwe bi hêsanî wergirt û tu pirsgirêk di radestkirina fatoreyê de derneketin. Pergala radestkirina fatoreyan nû ye û pir baş e."

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 navendên radestkirina fatoreyên genim hene; Reqa, Minbic, Tebqa, Dêrazor, Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê.

Çaverê ye ku navendên din jî di çend rojên bê de fatoreyên genim radest bikin.

(fr)

ANHA