Hikumeta Brîtanyayê lîsteyeke nû ya cezakirina sûcdarên tundiya cinsî di rewşên şer de derxist.
Nivîsgeha (FCDO) da zanîn ku di lîsteyê de wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê Elî Mehmûd Ebas û serokerkanê hikumeta Şamê Ebdulkerîm Mehmûd Îbrahîm hene û rêwît li wan hat qedexekirin.
Girêdayî mijarê, wezîrê dewletê yê karên derve yê Brîtanyayê Tariq Ehmed got: "Divê gefxwarinên bikaranîna tundiya cinsî wek çekekî di rewşên şer de bên rawestandin û divê em destekê bidin kesên rizgarbûyî da ku em pêşketinê bi dest bixin. Ev ceza ji bo sûcdaran peyamek e ku Brîtanya dê ji ber sûcên we yên hovane hesabê ji we bipirse."
(mh/şx)