Ji ber bermahiyên çeteyan tiliyên dest qut bûn

Bermahiyên şer ên çeteyên DAIŞ`ê li gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê bi zarokekî efrînî de teqiya û di encamê de birîndar bû.

Ji ber bermahiyên çeteyan tiliyên dest qut bûn
19 hezîran 2023   19:53
ŞEHBA

Li gorî nûçegihanê me ragihandiye, guleyeke çeka doşka bi zarokê bi navê Şervan Ebdurehman (12) de teqiya û di encamê de birîndar bû. 

Bûyer li gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê pêk hatiye. Nûçegihanê me ragihand ku gule di destê zarok de teqiyaye. 
Di encamê de 4 tiliyên destê wî û nîv kefa destê din hatin qutkirin. Niha zarok li nexweşxaneya Avrîn tê dermankirin.
(şx)
ANHA