`Êl modela civaka demokratîk a azad û rola wê di berxwedanê de `

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê panelek bi dirûşma “Êl modela civaka demokratîk a azad û rola wê di berxwedanê de” li hola meclisê ya TEbqayê li dar xist.

`Êl modela civaka demokratîk a azad û rola wê di berxwedanê de `
`Êl modela civaka demokratîk a azad û rola wê di berxwedanê de `
`Êl modela civaka demokratîk a azad û rola wê di berxwedanê de `
`Êl modela civaka demokratîk a azad û rola wê di berxwedanê de `
`Êl modela civaka demokratîk a azad û rola wê di berxwedanê de `
19 hezîran, 2023   17:40
TEBQA

Bi dehan rûspî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, tev li panelê bûn.

Di panelê de serokê Nivîsgeha Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê MIhemed El Layic axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Endamê meclisa giştî ya partiyê Iyad El Xetîb panel bi rêve bir û behsa têgeha êlan li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalan di avakirina neteweya nîştimanî de kir û diyar kir ku êl û qebîle, hêmên bingehîn ên şaristaniya demokratîk in. 

ÊL Û QEBÎLE LI GORÎ TÊGEHA RÊBER ABULLAH OCALAN

El Xetîb diyar kir ku qebîle ji hêmên bingehîn ên civaka çandiniyê ne û got: “Bi hev re çand û ziman parve dikin. Yekitiyên civakî ne ku ji bo hilberandin û parastinê pêwîst in.”

Her wiha El Xetîb, piştî nirxandina dîroka êlan, nêrîna Rêber Abdullah Ocalan têkildarî vê mijarê wiha parve kir: “Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da qebîleyan ku bi cureyeke fedraliyên kombûnên êlan bi nav kir. Hebûna xwe li hember binpêkirinan û koletiyê bi xurtanî bi dest xist. Ji ber pêwîstiya bi yekitiyê û berxwedanê, pergala qebîleyê derket ku teşeyeke civakê ye ya ku di aliyê leşkerî û siyasî de xwe bi lez bi rêxistin kir. Ji xwe artêşek e, hêza siyasî, zihniyeta hevbeş û yekîneya rêxistinî, bingeha wê ye ku di xwe de çand û dîrokeke kevnar dihewîne.”

Di dawiyê de El Xetîb got: “Dîroka şaristaniya demokratîk, heta radeyeke mezin berxwedana êl û qebîleyan û serhildana wan li hember êrişan e. Israra li ser jiyana civaka exlaqî û siyasî ye ji bo ku azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê bi dest bixe. Êlî, rengê resend ide civakan.”

(şx)

ANHA