Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina kargehên sivîl şermezar kirin.

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
19 hezîran, 2023   16:55
DÊRAZOR

Bi dehan şêniyên rojavayê Dêrazorê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî ji bo dayîna daxuyaniyê li pêşiya Meclisa Sivîl a Seba Kîlo kom bûn. Hevseroka meclisê Fatme El Merwan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êriş û binpêkirinên dewleta Tirka dagirker ên li dijî herêmê hat şermezarkirin û hat destnîşankir ku ev êriş ji gelek salan ve li ber çavê cîhanê didomin.
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirin û rewakirina êrişan û koçberkirina xelkê herêmê ye.  
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku van binpêkirinan rawestînin.
Her di daxuyaniyê de hedefgirtina sazî û navendên sivîl nexasim nexweşxaneya Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku di encamê de kadroyên tenduristiyê şehîd û birîndar bûn, hat şermezarkirin.
(mh/şx)
ANHA