Tevî derengmayînê lê bawername li şagirtên dibistanên seretayî hatin belavkirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bawernameyên dawiya salê li şagirtên asta seretayî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê belav kirin.

Tevî derengmayînê lê bawername li şagirtên dibistanên seretayî hatin belavkirin
19 hezîran, 2023   17:48
 HELEB

Ji ber erdheja 6`ê Sibatê, zirar li gelek dibistanan bû ku di encamê de ji bo temamkirina perwerdeyê, pêwîst çêbû ku dewam di werza duyemîn de bê dirêjkirin.

Li gorî endamên rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Helebê, piştî biryara Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ku dewam bê dirêjkirin, perwerde di 15 rojan de hat temamkirin.

Piştî bi dawîbûna ezmûnên dawiya salê, KPC-D bawername li şagirtên asta seretayî li dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd belav kir. Di şahiya belavkirinê de endamên KPC-D, mamoste û malbatên şagirtan beşdar bûn.

Di şahiyê de, endama Rêveberiya Dibistanê, Lîna Fewazî Hec Xelîl axivîn û pêwîstiya hevgirtinê ji bo piştgiriya nifşan û pêşxistina perwerdeyê destnîşan kir.

Her wiha Lîna destnîşan kir ku ziman, nasnameya gelan û xwendina bi zimanê kurdî mafê gelan e, ji bo wê divê ev maf bê parastina ku bi saya fedakariyên şehîdan hate bidestxistin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, zarokên dibistanê, stran, govend û şano pêşandan.

Di dawiyê de bawername û diyarî li şagirtan hatin belavkirin.ش(şx)

ANHA