Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî

Rêveberiya Xweser bi merasîmekê şehîd Ferhad Şiblî di salvegera 1'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd Ferhad ji cîhanê re piştrast kir ku neteweya demokratîk û biratiya gelan dê bingeha avakirina Sûriyeya pêşerojê bin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî
19 hezîran, 2023   15:10
REQA

Di salvegera 1'emîn a şehadeta Ferhad Şiblî de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasîma bîranîna şehîd Ferhad Şiblî li hola Mişwar a Reqayê li dar xist.

Di merasîmê de hevseroketiya Meclisa Rêveber, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rûspî û serokeşîrên Reqayê û malbata şehîd Ferhad Şiblî beşdar bûn.

Di serî de, hevserokê Meclisa Rêveber Hisên Osman bi navê meclisê wiha axivî: "Em îro yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr tînin. Ew jî şehîd Ferhad Şiblî ye ku ji bo pêkanîna pêşerojeke baştir li herêmê hêvî di hemû pêkhateyan de çand."

Osman wiha domand: "Şehîd Ferhad di karê saziyan de pêşeng bû û ji hemû cîhanê re piştrast kir ku neteweya demokratîk û biratiya gelan bingeha avakirina Sûriyeya pêşerojê ne."

Osman soza şopandina rêya şehîd Ferhad heta pêkanîna serkeftinê da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatme Behbûh got: "Di serî de em hemû şehîdên xwe yên nemir bi bîr tînin. Şehîd Ferhad Şiblî nimûneya berxwedana li hember dagirkerî û terorê û sembola fedakariyê bû."

Fatme destnîşan kir ku hedefgirtina şehîd Ferhad li Silêmaniyê nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker gihîştiye asteke bilind ji hovîtî û derbaskirina xetên sor.

Piştre, Rêveberiya Xweser, Meclisa Sivîl a Reqayê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk malbata şehîd xelat kirin û sînevîzyonek li ser jiyana wî hat pêşandan.

Di dawiya merasîmê de beşdaran berê xwe da gundê Kesrat ê başûrê Reqayê û kevirê bingehîn ê akademiya şehîd Ferhad Şiblî ku dê li gundê Kesrat bê avakirin, danî.

(mh/şx)

ANHA