Koçberan êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Koçberan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku armanc ji van êrişan pêkanîna planên mêtingeriyê li ser xaka Sûriyeyê û kontrolkirina biryara siyasî ye.

Koçberan êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
19 hezîran, 2023   14:38
HESEKÊ

Koçberên Serêkaniya dagirkirî û niştecihên kampên Waşokanî û Serêkaniyê û koçberên li Erîşe ya kantona Hesekê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Daxuyanî li kampa Waşokanî ji aliyê endama Komîteya Tenduristiyê ya kampê Xewle El Salim ve, li kampa Erîşe ji aliyê rêveberê kampê Casim Seîd ve û li kampa Serêkaniyê hat xwendin.

Daxuyaniyê bal kişand ser timayên dewleta Tirk a dagirker ên di xaka Sûriyeyê de û hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku hêzên niştîmanî yên li dijî planên mêtingeriyê têk bibe û êdî divê hemû aliyên Sûriyeyê nas bikin ku armanc ji lewazkirina hêzên me dagirkirina deverên dîtir ên xaka Sûriyeyê û kontrolkirina biryara siyasî ya dema niha û dema pêş e."

Daxuyaniyê destnîşan kir ku ev êriş nîşan didin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tevliheviyê li herêmê peyda bike û metirsiyê dide ewlehiya navneteweyî û got: "Dewleta Tirk bi van êrişan, qanûnên navneteweyî yên rewa û serdesteiya dewletan, ewlehî û aştiya navneteweyî bin pê dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dê ji her demê bêhtir pabendî parastina herêmê û hemû pêkhateyên wê û misogerkirina pêşerojeke ewle ya herêmê bin."

(mh/şx)

ANHA