Cenazeyê şehîd Ebdulrezaq El Mirî li Tebqayê hate veşartin

Bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El Mirî li goristana şehîdan spartin axê.

Cenazeyê şehîd Ebdulrezaq El Mirî li Tebqayê hate veşartin
17 hezîran, 2023   19:53
TEBQA

Şêniyên Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, rûspiyên herêmê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Ebdurezaq El Mirî bûn ku di 14`ê Hezîranê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hind El Xelîl axivî û sersaxî da malbata şehîdan û got: “Şehîd minareya jiyanê ne. Ji bo ku gel azad bijî, canê xwe feda kir.”

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Hamid El Ferec axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

El Ferec bang li pêkhateyan kir ku ji bo derxistina dagirkeran, hevgirtî bin.

Di dawiya merasîmê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulhekîm El Hisên wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê ki. Dûre cenazeyê şehîd li goristanê hat oxirkirin.

(şx)

ANHA