​​​​​​​Panorama hefteyê: Amadekariyên darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsê kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekariyên ji bo darizandina DAIŞ`iyên biyanî kir, piştî ku hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe paşguh kirin. Qeter jî hewl dide ku hebûna xwe li Iraqê bi rêya geşepêdanê xurttir bike.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Amadekariyên darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî
18 hezîran, 2023   04:38
NAVENDA NÛÇEYAN

RÊVEBERIYA XWESER DÊ DAIŞ`IYÊN BIYANÎ DARIZÎNE

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “2 rayedarên payebilind ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir ku rêveberiyê tedbîrên pratîk ji bo darizandina endamên DAIŞ`ê yên biyanî, girtine.

Serokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û serokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Sîhanok Dîbo got wan gelek caran ji hikumetên Kaolîsyona Navneteweyî daxwaza avakirina dadgehek navneteweyî li herêmên rojhilatê Firatê yên di bin serweriya rêveberiyê de ne yan jî vegerandina hemwelatiyên xwe yên di nava rêxistinê de û darizandina wan kiriye.

Ev daxuyanî piştî ragihandina Rêveberiya Xweser ku dê zêddetirî 10 hezar girtiyên li girtîgehên xwe bidarizîne, pêk tê. Welatên wan kesên biyanî, ne wan, ne jî malbatên wan ku hejmara wan zêdetirî 50 hezarî ye û li kampên Holê û Roj dimînin, venagerînin. Rayedarên Rêveberiya Xweser bang li NY`yê, rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî û komên hiqûqî yên herêmî kir ku di mijara darizandinê de alîkariyê bidin.”

′AMADEKARIYÊN LEZ ÊN ASTANAYÊ: ŞAM Û ENQERE ZÊDETIR BI SEBR IN′

Rojnameya El Exbar a Lubnanê li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Ev çend roj in dewleta Tirk nuqteyên ′Hêzên Sûriya Demokratîk′ û nuqteyên artêşa Sûriyeyê yên li gundewarên bakurê Helebê bombebaran dike. Hemwextî wê, duh Moskovê ragihand ku dê cîgirên wezîrên karên derve yên dewleta Tirk, Rûsya, Sûriye û Îranê di 21′ê Hezîranê de li Astanayê bicivin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê û nûnerê taybet bi serokê Rûsyayê li herêma Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhail Bogdanov got dê di civînê de normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de were nîqaşkirin, projeya Rûsyayê ya têkildarî nexşerêyê amade ye.”

QETER GERA XWE YA HERÊMÎ BI DERBASBÛNA LI IRAQÊ TEMAM DIKE′

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsand: "Piştî Qeter li Tirkiyeyê xwe bi cih kir û rewş ji bo têkiliyên dualî bi Îranê re amade kirin, hebûna xwe ya ji bo berjewendiyên xwe temam dike û bi hêz derbasî Iraqê dibe. Amadebûna wê ji enerjiyê heta bi binesaziyê û rêya geşkirinê ku Iraqê dike xeleka di navbera Kendav, Tirkiye û piştre Ewropayê de.

Çavdêran diyar kir ku dibe Qeter li pey ′rêya geşkirinê′ be, ew rê projeya xeta bejahî û xeta rêya trênê ye û dikeve xizmeta hevalbendê wê Tirkiye û firehkriina hevkariya xwe bi dewletên Kendavê re."

‘YEKITIYA AFRÎKAYÊ TÊKILDARÎ RÛDANA ŞERÊ NAVXWEYÎ LI SÛDANÊ HIŞYARÎ DA’

Rojnameya El Beyan jî behsa rewşa Sûdanê kir û wiha nivîsand: “Hemwextî şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, Desteya Pêşxistinê ya Hikumetê (IGAD) li Cîbotiyê lûtkeyek li dar xist. Lûtke ji bo îqnakirina aliyên aloziyê ji bo destpêkirina diyalogê û bidawîkirina şerê li welat hat lidarxistin. Serokê Komîseriya Yekitiya Afrîkayê Mûsa Fekî hişyarî da ku berdewamkirina şer li Sûdanê gefa rûdana şerê navxweyî ya berfireh dixwe. Li aliyê din, artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn têkildarî ji nû ve destpêkirina şer piştî bidawîbûna agirbesta 24 saetan, hev û din tawanbar kirin.”