​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-6-2023
17 hezîran, 2023   23:00

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Nikolaj Villumsen diyar kir ku Tifaqa Cumhurê ya bi serkêşiya AKP’ê ya li Tirkiyeyê, dê zirarê bide her kesî û bang li Ewropayê kir ku dev ji destekkirina Erdogan berde. (BI WÊNE)

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça li ser her du taxan nikare plansaziya xebatên xizmetguzariyê derxîne. Şaredariya Gel a Til Birakê jî rêyên girîng qîr dike û ji bo avê xebatan dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

21'ê vê Hezîranê dê rayedarên dewleta Tirk a dagirker, Rûsya, Îran û Şamê li Astanayê dicivîn. Ev civîn li gel guhertinên ku di qada navneteweyî de rû didin wekî vegerandina Sûriyeyê li Komkara Ereban, serketina Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de, dîsa jî nexşerêya normalîzekirinê ku Rûsyayê ragihandiye, tê lidarxistin. (BI WÊNE)

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsê kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekariyên ji bo darizandina DAIŞ`iyên biyanî kir, piştî ku hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe paşguh kirin. Qeter jî hewl dide ku hebûna xwe li Iraqê bi rêya geşepêdanê xurttir bike. (BI WÊNE)

Parlamentoya Lubnanê careke din di hilbijartina serokekî de bi bin ket, wê jî derî li pêş destwerdanên derve vekir. Her wiha aliyan tevahî derfetên çareseriyê û lihevkirina li ser serokekî ji dest dan. (BI WÊNE)

Şêniyên kantona Qamişlo, sersaxî didin malbatên şehîdan; Mihemed Gabar û Zozan Omer ku merasîma sersaxiyê li stada ciwanan a navçeya Dêrikê li dar dikeve saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê merasima sersaxiyê ji bo 3 şehîdan li Kampa Serdemê ya navçeya Til Sosin li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Werzîş û Ciwanan a Herêma Cizîrê têkildarî zirarên narkotîkê li navenda Meclisa Kantona Qamişlo panelekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşeke bi meşaleyan li taxa yekmîn a Tebqayê li dar dixe saet di 18:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA