Şehîd Sema Yuce li Helebê hat bibîranîn

Şehîd Sema Yuce di salvegera 25'emîn a şehadeta xwe de li Helebê hat bibîranîn. Di bîranînê de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Şehîd Sema Yuce li Helebê hat bibîranîn
17 hezîran, 2023   11:08
HELEB

Bi boneya salvegera 25'emîn a şehadeta Sema Yuce, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê civînek li hola civînan a beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Di civîna ku bi dehan jin tê de amade bûn, endama Kongra Star Zeyneb Efrîn axivî.

Zeyneb Efrîn di kesayeta şehîd Sema Yuce de tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û li ser rêwîtiya têkoşîna ya şehîd Sema Yuce de got: "Şehîd Sema Yuce tevî hejmareke hevalên xwe di sala 1991'an de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanî bû. Di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de wêrekiya xwe îsbat kir û roleke pêşeng list. Şehîd Sema di wê baweriyê de bû ku îradeya mirovan ji hemû rewşên zehmet bihêztir e."

Zeyneb Efrîn anî ziman ku têkoşer Sema li ber destê Rêber Abdullah Ocalan perwerde dît û di jiyanê de pêk anî û diyar kir ku şehîd Sema kesayeteke serhildêr bû, ji zehmetiyan neditirsiya û ji bo bighêje azadiyê amade bû her tiştî bike.

Zeyneb Efrîn bi bîr xist ku Sema Yuce di şeva Newroza 1998'an de li girîgeha Canak Keleh de agir berda bedena xwe û bi girînî birîndar bû û bi vê yekê ji faşîmza Tirk re ragihand ku nikarin îradeya wê bişkînin.

Zeyneb Efrîn soza şopandina xeta şehîd Sema Yuce da û got: "Têkoşer Sema Yuce 17'ê Hezîrana 1998'an gihaşt asta şehadetê. Lê rê li ber keç û xortan vekir sku rêwîtiya wê ya têkoşînê berdewam bikin. Em ê şopdarên xeta wê bin."

(bb)

ANHA